HPG: Kontrola gerîlayan li ser Şemizînanê berdewam e

HPG: Kontrola gerîlayan li ser Şemizînanê berdewam e

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Ji 22'ê Tîrmehê û vir ve li Colemergê di navbera navçeya Şemzînanê û herêma Gerdiyayê kontrola gerîlayên me berdewam dike” û agahiyên berfireh der barê pevçûn û operasyonên li navçeya Şemizînanê de da. Di daxuyaniyêde hat diyarkirin ku 2 leşker firar kirine û tevlî refên gerîlayan bûne.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya der barê pevçûn û operasyonên li Şemizînanê de weşande agahiyên berfireh da.

Di daxuyanikê de hat gotin; “Ji 22'ê Tîrmehê û vir ve li Colemergê di navbera navçeya Şemzînanê û herêma Gerdiyayê kontrola gerîlayên me berdewam dike. Gerîlayên me yê serweriya eraziyê di dest xwe de digre, hemû êrîşên dijmin ê hewayî û bejahî paş de pijiqandine.”

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di vê çarçoveyê de Fermandariya Tûgaya Şemzînanê ya ji bo mudaxeleyê tevgeriyaye di 25'ê Tîrmehê de di navbera saetên 12.30-19.00'an de ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan, ji bo mudaxeleyê destûr nehatiye dayîn” û ev agahî da:

RÊ HAT KONTROLKIRIN

“ Cardin leşkerên Alaya Garê ya bi ser Şemzînanê yên xwestine mudaxele bikin ji aliyê gerîlayên me yê YJA Starê hatiye rawestîn. Di encama çalakiyên li dijî Tûgaya Şemzînanê û Alaya Garê yên ji aliyê gerîlayên me ve hate lidarxistin de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Herweha îro heta saet 07.00'an jî kontrolkirina nasname û rê ya ji aliyê gerîlayên me ve di navbera Şemzînanê û Gerdiyayê dabûn destpêkirin berdewam dikir.”

Di daxuyaniyêd e hat diyarkirin ku li beramberî vê yekê êrîşên artêşa “dagirker” a tirk ê li dijî cihên sivîl berdewam kiriye û wiha berdewam dike; “li dijî Herêmên Gumokê, Gostê û Senala, Gundên Nîrkola, Bêgirdê, Navreza, Nehrê û Robînosê ji 25'ê Tîrmehê ji saet 12.00'an heta danê êvarî ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer û hewan û obusan hatiye bombekirin. Herweha di 25'ê Tîrmehê de di navbera saet 14.00-19.00'an de li navçeya Şemzînanê li dijî Çiyayê Karker, Girê Konserve û Genîş ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 24'ê Tîrmehê de di saet 06.35'an de li navçeya Refahiya Erzinganê li bajaroka Akasuyê li dijî wesayiteke ji qereqola cendirmeyan derketiye ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin nehatiye zelalkirin.”

LI BAZÎDÊ 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê diyar kir ku di 25'ê Tîrmehê de li navçeya Bazîda Agiriyê li nêzî Qereqola Sûlê di navbera gerîlayan û leşkerên tevgera taybet ên derketine operasyonê de pevçûnek qewimiye û got; “Di encama vê pevçûnê de 4 leşker hatiye kuştin.”

LI DIJÎ QENDÎL Û DÊRSIMÊ BOMBEBARAN

HPG’ê got; “Di 25'ê Tîrmehê de di navbera saet 23.00-24.00'an de li Herêmên Parastinê Medyayê Li Qeladizê li dijî Gundê Enzê û Geliyê Şehîdanê bi ser Qendîlê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin. Di encama bombebaranê de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.”

Di daxuyaniyê de der barê bombebaran li Dêrsimê de jî ev agahî hatin dayîn; “5. Di 25'ê Tîrmehê de li navenda Dersimê li dijî Geliyê Harçikê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin. Di encama bombebaranê de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike. Herweha operasyona li vê herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.”

DU LEŞKER FIRAR KIRIN TEVLÎ NAVA REFÊN GERÎLAYAN BÛN

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku 2 leşker firar kirine û tevlî nava refên gerîlayan bûne û ev agahî da; “Di 24'ê Tîrmehê de 2 leşkerên bi navê Habeş Emen û Yakûp Tunç ên li Qişleya Taşkisni ya Adapazariyê leşkerî dikirin fîrar kirine û tevlî nava refê gerîlayên me bûne.”

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 24'ê Tîrmehê de di saet 06.35'an de li navçeya Refahiya Erzinganê li bajaroka Akasuyê li dijî wesayiteke ji qereqola cendirmeyan derketiye ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin nehatiye zelalkirin.”