HPG’ê ragihand ku êrîşa li dijî mala Mehmet Saît Dînç ji aliyê kontralayan ve hatiye pêkanîn û got; “Ev êrîş ji bo Eşîra Gerdî li dijî dijî me were sorkirin ji aliyê kontrayan ên girêdayî artêşa dagirker a tirk ve hatiye lidarxistin.”
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê bi daxuyaniyekê aşkere kir ku tu têkiliya wan bi êrîşa li dijî eşîreta Gerdiyan re tune û got:
“Li navçeya Şemzînana Colemergê li herêma Gerdiyayê li dijî mala Mehmet Saît Dînç êrîşeke çekdarî hatiye lidarxistin. Ev êrîş ji bo Eşîra Gerdî li dijî dijî me were sorkirin ji aliyê kontrayan ên girêdayî artêşa dagirker a tirk ve hatiye lidarxistin. Tu têkiliya tevgera me û gerîlayên me bi vê êrîşê re nîne.”