HPG: Ji gerîlayan çalakiyên bi bandor

Gerîlayên HPG’ê di rojên dawî de çalakiyên bi bandor li dar xistin. Gerîlayan li navçeya Bazid a Agirî li hember xeta gaza xwezayî di navbera Tirkiye û Îranê û Xeta Petrolê ya Yumurtalik de çalakî li dar xistin.

Gerîlayên HPG’ê di rojên dawî de çalakiyên bi bandor li dar xistin. Gerîlayan li navçeya Bazid a Agirî li hember xeta gaza xwezayî di navbera Tirkiye û Îranê û Xeta Petrolê ya Yumurtalik de çalakî li dar xistin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku têkildarî çalakiya 27’ê Tîrmehê ya bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat ku hat gotin, 3 gerîlayan jyana xwe ji dest dane ne rast in.

Çalakiyên gerîlayên HPG’ê wiha ne:

“28’ê Tîrmehê saet 04:00'an gerîlayên me li hember Qeymeqamtiya Kerboran a Mêrdînê çalakiyek li dar xistine. Di çalakiyê de çekên giran û B7 ku hatin bikaranîn li avahiyê zerara madî rû daye. Her wiha dewleta T.C a dagirker li ser xeta gundê Deywan operasyonek daye destpêkirin.

LI HEMBER GAZA XWEZAYÎ Û PETROLA YUMURTALIK ÇALAKÎ

27’ê Tîrmehê saet 19:30'da gerîlayên me li hember xeta gaza xwezayî ya di navbera Îran-Tirkiyeyê de çalakiyeke sabotajê pêk anîne. Gerîlayên me bi çekên ferdî û giran li artêşa Tirk a xwestiye bê qada dane. Ev hêza leşkerî neçar maye vekişe.

29’ê Tîrmehê saet 02:00’an de gerîlayên me li hember xeta Petrolê ya Yumurtalik çalakiyek sabotajê li dar xistine.

27’ê Tîrmehê saet 21:00'ê gerîlayên me li hember Alaya Topavêj a Erdîşê çalakiyek li dar xistine. Di çalakiyê de hejmara mirî û birîndaran zelal nebûye.

‘ÇALAKIYÊN KONTROLKIRINA RÊYAN ZÊDE DIBIN’

26’ê Tîrmehê li taxa Çîtkaya ya navenda Amedê, di van du rojên dawiyê de rêyên di navbera Pasûr û Mûşê di bin kontrola gerîlayên HPG’ê de ye.

28’ê Tîrmehê gerîlayên me li ser rêya Pasûr û Licê yên Amedê nêzîkê 60 wesayît sekinandine li ser esasê agahdarkirina pêvajoyê civîn ji gel re çêkirine.

‘LI AMEDÊ POLÎSEK HAT BINÇAVKIRIN’

Gerîlayên me yên ku roja 28’ê Tîrmehê rêya di navbera Amed û Çewlîkê de girtin, polîsek kirin binçavan. Ji ber wê yekê dijmin ji sibehê saet 08:00’ê heya niha rêyên Amed û Çewlikê girtine.

28’ê Tîrmehê saet 20:45 li Farqînê gerîlayên me çalakiya sûîqestê li jî artêşa dagirker a Tirk dema ku li girekî qereqolê çêbikin pêk anî. Di encama vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin. Artêşa dagirker a Tirk piştî çalakiyê derdora qereqolê rasterast bombebaran kiriye.

Roja 28’ê Tîrmehê ji saet 07:00’ê heya saet 20:00’an artêşa dagirker a Tirk rêyên Kanîreş û Çewlikê girtine. Ketin û derketina Kanîreşê girtin, kontrola wesayît û nasnameyan kirine.

‘NÛÇEYÊN KU DIBÊJIN 3 GERÎLA ŞEHÎDBÛNE NE RAST IN’

Roja 27’ê Tîrmehê saet di navbera 21:20 û 22:20’an de gerîlayên me li hemberî qereqola Kirikhan ya girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîsê çalakiyek pêk anîne. Bi bombeyên destan çeperên wan bi awayek bi bandor hatine xistin û di encama vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne. Ev çalakî ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Apo û ji bo bîranîna hevrêyên di vê pêvajoya dawiyê de şehîd bûne hatiye lidarxistin. Nûçeyên ku dibêjin piştî çalakiyê 3 gerîlayên me şehîd bûne jî derew in û ji rastiyê dûr in.

28’ê Tîrmehê saet 14:30’an de li navçeya Çêrme ya Çewlikê ji aliyê Tîma Şehîd Harûn ve li hemberî qereqola li Çêrmeyê çalakiyek hatiye lidarxistin. Piştî çalakiyê ji saet 16:30 pê ve bi qasî 40 deqeyan artêşa dagirker a Tirk bi kobrayan derdora qereqolê xistine. Di dema xistinê de lawir û eraziyên gundiyan zerar dîtiye.

Roja 25’ê Tîrmehê saet 23:00 û 00:00’an de, gerîlayên me li hemberî Qereqola Polîsan a Cûmhûriyetê ya li navenda Sêrtê çalakiyek li darxistine û di çalakiyê de 2 polîs birîndar bûne.

‘LI HEMBERÎ POLÎSÊN RÊ KONTROL DIKIRIN ÇALAKÎ: 3 POLÎS HATIN KUŞTIN’

29’ê Tîrmehê saet 08:00’an de dema ku artêşa Tirk rêyên di navbera Êlih û Sasonê kontrol dikirin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyekî sabotajê hatiye lidarxistin û di encama çalakiyê de 3 polîsên ku rê kontrol dikirin hatin kuştin. Ev çalakî ji bo bîranîna Şehîd Şervan Varto hatiye kirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk rêyên Sason û Êlihê girtine û li gundên Çemê Bro û Binonê yên Sasonê operasyon dane destpêkirin. Operasyon hîna dewam dike.

28’ê Tîrmehê saet 05:00’an de gerîlayên me li hemberî wesayîteke li nîzamiyeya qereqola Mavan a girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiyek li dar xistine. Piştî çalakiyê artêşa dagirker a Tirk li hemberî herêmên Geliyê Reş, Tepê Kurê Mizgeftê û Şehîdgeha Şehîd Bêrîtan bi obus û hewanan bomberdûman pêk aniye.

LI DÊRSIMÊ JI ALIYÊ HPG’Ê Û TÎKKO’YÊ VE KONTROLA NASNAMEYAN HAT KIRIN

28’ê Tîrmehê saet  di navbera 15:00 – 19:30’an de gerîlayên me yên HPG’ê û gerîlayên TÎKKO’yê rêya li ser rêya di navbera Dêrsim – Xozat a di navbera gundên Armen û Çilga de rê girtine û kontrola nasnameyan kirine. Li vir 2 wesayîtên artêşa Tirk hatine şewitandin. Li ser vê yek di saet 19:30’an de artêşa Tirk bi helîkopterên Kobra qûntara Dargeyîk, Ermen û Kata gulebaran kirine. Gerîlayên me jî bi çekê giran helîkopterên Kobra bi awayek bi bandor xistine. Helîkopterên Kobra di saet 20:00’an de paşde vekişiyane. Di encama xistina Kobrayan de li erazî şewat derketiye. Piştî tevgera ku çêbûyî pêgerên hewayî yên bê mirov heya saet 01:00’ê keşif pêk anîne.

27’ê Tîrmehê ji Nîzamiyeya Alayê ya Qişlaya Leşkerî saetên şevê artêşa dagirker a Tirk li herêmên gundên Xanûşagi, Karadere, Buyukkoy û Bolukuşagi yên girêdayî navçeya Pilûr a Dêrsimê operasyon dane destpêkirin. Operasyon bi şêweyê kemîndanînan li herêmê danînê berdewam dike.

27’ê Tîrmehê ji aliyê gerîlayên me ve li Amedê çar çalakiyên hemwext hatine lidarxistin. Di encama çalakiyê de Şaxa Trafîkê, Midûriyeta Polîsan, Nîzamiyeya Alayê ya Qişlaya Leşkerî û 2 wesayîtên zirxî yên li pêşiya Avahiya Şaredariyê hatine hedefgirtin. Di encama vê çalakiyê de hedef bi çekên ferdî û bombeyên dest bi awayekî bi bandor hatine xistin û 4 polîs birîndar bûne. Dîsa di Nîzamiyeya Alayê ya Qişlaya Leşkerî de hat tepîtkirin ku 1 kuştî û 3 birîndar çêbûne.

28’ê Tîrmehê saet 20:40’an gerîalyên me ji du milan ve çalakiyeke bi bandor li hember Girê Pîl ê girêdayî navçeya Pîran a Amedê li darxistine. Li vir nîv saetê pevçûnan domkir û 4 tîmên taybet hatin birîndarkirin. Piştî pevçûnan arêşa Tirk herêm gulebaran kiriye. Li herêma Pîran û Xeçekê şewat derketiye. Dîsa operasyon jî li vê herêmê destpê kiriye.”