HPG: Hevkariya artêşa dagirker a Tirk nekin

HPG: Hevkariya artêşa dagirker a Tirk nekin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê kesên ku bi wesayîtên xwe yên sivîl çek, cebilxane, leşker û amûrên leşkerî yên artêşa Tirk dibin û tînin hişyar kir. HPG’ê ragihand ku ew ê ji niha û pê ve li hemberî kesên hevkariyê dikin pêkanînên cûda pêk bînin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê ragihand ku karanîna sivîlan ji aliyê artêşa Tirk ve sucê şer e û got; “Kesên ku dihêlin ev polîtîka pêk bên dibin hevkarê vî sucî.”

HPG’ê got; “Artêşa Tirk a dagirker bi berdewamî xebatên leşkerî, neqilyata çek û amûrên leşkerî bi rêya sivîlan dike” û diyar kir ku ev yek sucê şer e.

HPG’ê bal kişand ku artêşa Tirk di ferqa sucê xwe yê şer de ye û got ku lê dîsa jî, neqilyata çek û cebilxaneyên leşkerên beşdarî operasyonên dibibin, pêwîstiyên leşkeran û erzaqê qereqolan, bi rêya sivîlan dide kirin.

YÊN DIBIN HEVKARÊ SUC HENE

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Ji bo bibin hedefa gerîlayaên me, artêşa dagirker a Tirk, leşkerên beşdarî operasyonê dibin, çek û cebilxaneyên van leşkeran, lojîstîk vê rêbazê hildibêjre û hin kesên ku dibin hevkarên van sucan jî hene.”