HPG: Herî kêm 16 leşker hatin kuştin
Çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê her diçe zêdetir dibe. Di çalakiyên gerîlayan de herî kêm 16 leşker hatin kuştin.
Çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê her diçe zêdetir dibe. Di çalakiyên gerîlayan de herî kêm 16 leşker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîla daxuyaniyek nivîskî weşand.
HPG’ê diyar kir ku 31’ê Gulanê saet 12.30’an hêzên gerîlayan li hember yekîneya leşker û kontrayan a li girê Guvenlîk ê girêdayî navçeya Garisa ya Sêrtê çalakî li dar xistine û got: “Hêzên gerîlayên me ji mesafeyek nêz ve 2 leşker kuştin. Piştî çalakiyê, artêşa TC bi wesayîtên sivîl miriyên xwe rakirin. Artêşa TC li vê qadê kemînan datîne.”
Di daxuyaniya HPG’ê de ev hate gotin: “29’ê Gulanê saet 18.30’an hêzên gerîlayên me li qûntarê Xezalkê ya li qada Sumbul a girêdayî herêma Zagrosê yekîneyek leşkeran ferq kirin û ji 2 milan lê dan. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. “
Daxuyaniya HPG’ê wiha dewam dike:
29’ê Gulanê piştî artêşa TC li qada gundê Dehlebiye ya girêdayî Şirnexê yekîneyek gerîlayên me ferq kir, li qadê dest bi operasyonê kirine. Li vê qadê bomberdûmanên bi obus û hewanan çêbûn. Operasyonê danê êvarî bê encam vekişiya.
31’ê Gulanê saet 10.00-11.30’an hêzên gerîlayên me li hember kepçeyên ku li derdora girê Leylek ê li sînorê navçeya Gever a Colemêrgê rê çêdikirin bi çekên giran çalakî li dar xistin. Li vir kepçe hatin derbkirin û çêkirina rê hate rawestandin.
30’ê Gulanê saet 01.00-02.00’an balafirên şer ên TC qada Bezeno ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê bombe kirin. Piştî bombekirinê, saer 03.00’an artêşa TC dest bi operasyonê kir. Di operasyonê de mabeyna leşkerên artêşa TC û hêzên gerîlayên me de şer qewimî. Operasyon bi qismî hatiye vekişandin. Detayên têkîldarî operasyonê her ku hatin wê bi raya giştî re bêne parvekirin.
31’ê Gulanê saet 18.30-20.30’an balafirên şer ên artêşa TC ji Herêmên me yên Parastina Medyayê, derdora gundê Bazê yê girêdayî herêma Metînayê bombe kirin. Li derdora gund ziyanek mezin çêbûye.
31’ê Gulanê artêşa TC li gundên Reşîne, Gozikra û Kever ên li derdora çiyayê Gabarê ya Şirnexê dest bi operasyonekê kir. Ev operasyon danê êvarî bê encam vekişiya.
30’ê Gulanê artêşa TC li gundê Govik ê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê operasyonek da destpêkirin. Di operasyona ku avêtin ser malên gund de gelê gund hate tehdîtkirin. Ev operasyon 31’ê Gulanê saet 16.30’an bê encam vekişiyaye. Têkîldarî vê operasyonê nûçeyên ku ji aliyê medyaya şerê taybet ên weke cebilxaneyên hêzên gerîlayên me hatine desteserkirin bê bingeh û derveyî rastiyê ne, derew in.
31’ê Gulanê leşkerên TC li derdora gundê Kledar a girêdayî navçeya Licê ya Amedê kemîn danîne. Hêzên gerîlayên me ev kemîn ferq kirin û li leşkeran dan. Li vir 2 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.
29’ê Gulanê di çalakiya sabotajê ya li hember qereqola Zeyrek a girêdayî navçeya Pasûr a Amedê de 6 leşker hatin kuştin, 5 jê kontra 21 leşker jî birîndar bûn. Di dema vê çalakiya ku me daxuyandibû de gerîlayê me yê bi navê Bawer Ozgur /Denîz Ozdemîr dîl hate girtin.
1’ê Hezîranê (îro) saet 05.00’an gerîlayên me li hember yekîneyek li derdora girê Şehîd Bawer a li qada Şehîd Mîzgîn a li Bedlîsê çalakiyek li dar xistin. Çeperek hate îmhakirin û 3 leşker hatin kuştin. Artêşa Tc qad bi çekên giran û tankan bombe kiriye.
Ev çalakî bi rasthatina Pêngava 1’ê Hezîranê ji bo bîranîna Şehîdên Garzanê hate lidarxistin.
31’ê Gulanê saet 16.45’an gerîlayên me li hember qereqola Riclek a girêdayî Bedlîsê çalakiyek sûîqestê li dar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.”