HPG: Gerîlayekî jiyana xwe ji dest da

HPG’ê diyar kir ku gerîlayekî ku di navbera Qoser a Mêrdînê û Wêranşar a Rihayê de, dema ku diçû ser peywira xwe bi cerdevanan re ketiye şer û jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandina HPG’ê diyar kir ku gerîlayek jiyana xwe ji dest daye. HPG’ê got, ‘’16’ê Mijdarê saet 14.30’an Gerîlayekî me di ku di navbera Qoser a Merdînê û Wêranşar a Rihayê de diçû ser peywira xwe ji hêla cerdevanan ve hatiye dîtin. Gerîlayê me ku pê derxistiye cerdevan hay jê çêbûne, hewl daye ku ji qadê dûr bikeve, saet 21.00’an bi cerdevan û leşkeran ketiye şer û şehîd bûye.’’

HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

‘’14’ê Mijdarê artêşa TC’ê li qada Adilbeh a Şemzînana a Colemergê operasyonek dabû destpêkirin. Me berê ragihandibû ku li mintiqeya Kaniya Şîrîn di navbera Gerîlayên me û leşkeran de 2 saetan şer derketiye, di encamê de 6 leşker hatiye kuştin û yek jê jî birîndar bûye, her wiha me diyar kiribû ku hevalê me Rêber Xemgîn (Macît Bilîr) li vir şehîd bûye. Di vî şerî de hevalê em Rêber şehîd nebûye û bi awayekî birîndar, dîl ketiye destê artêşa Tirk.

18’ê Mijdarê saet 14.30’an komek leşker bi tangan ji Çelê ya Colemergê bi ser Girê Sehîd Zekî de çûne. Her wiha komeke dî ya leşkeran bi 4 tang û kepçeyekê çûne ser mintiqeya Dola Heyderan a Ertoşê û piştî demeke kurt vekişiyane.’’

AGAHIYÊN NASNAMEYÊ

Agahiyên nasnameyê, yê  gerîlayê ku jiyana xwe ji dest dayî wiha ye:

Nasnav: Demhat Birûsk

Nav û Paşnav: Erdem Tutsu

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik û Bav: Pakîze- Mehmet

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 16’ê Mijdarê 2016 /Mêrdîn