HPG: Em 6 hevrêyên xwe yên şehîd bûn bi rêzdarî bibîr tînin

HPG'ê nasnameya 6 gerîlayên YJA Starê yên jiyana xwe ji dest dan eşkere kir û got, "Em hevalên Avaşîn, Jin, Sarya, Arjîn, Delîla û Sozda yên li Xinêre, Xakurkê û Qendîlê jiyana xwe ji dest dan, bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameya 6 gerîlayên jin ên di demê cuda de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.

Di daxuyaniya HPG'ê de hat gotin, "Hewl hatiye dayîn, civaka Kurdistanê ku gelê herî qedîm ê dîrokê ye, di şerê desthilatdariyê yê hemû serdeman de bê asîmîlekirin, parçekirin, tinekirin û ji mafên xwe yên herî xwezayî bêpar bê hiştin. Bêserûberiya axa lê dijî û serbilindiya çiyayên wê, di nava vê civakê de rê li ber çanda berxwedanê û raperînê vekiriye.

Gelê Kurdistanê, ku di roja îro de bersivê dide êrîşên herî giran ên dîrokê, bi pêşengiya Rêber Apo di têkoşîna Kurdistana azad û demokratîk de gelekî bi pêş ve çûye û xwe gihandiye asteke li berxwedana xwe ya dîrokî tê. Bêperwatiya dijmin, bêçareiya wan a li pêşberî vê pêşveçûnê ye.

Şeş hevrêyên me yên jin ên di demên cuda de beşdarî nava refên têkoşîna azadiyê ya şerê berxwedanê bûn, tevlî karwanê şehîdên azadiyê bûn. Her valahiya ku şehîdekî di dilê me de vedike, weke serketina têkoşîna wan cihê xwe di nava dilê me de digire.

Em dibêjin; ji bo bicihanîna her wezîfeyên vê oxirê, em ê bikevin nava hewldanên mezin. Em hevrêyên xwe Avaşîn, Jin, Sarya, Arjîn, Delîla û Sozda yên dan ser şopa hevrê Zîlan û Bêrîtan û di mehên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê de li Xinêre, Xakurkê û Qendîlê şehîd bûn, bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin."

NASNAMEYA 6 GERÎLAYAN

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şeş gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, bi vî rengî ye:

Nasnav: Arjîn Cûdî
Nav paşnav: Ayşe Temîz
Cihê ji dayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Sûltan-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: Tebaxa 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê (Xakurkê)

Nasnav: Delîla Xwiştan
Nav paşnav. Ceylan Kiymak
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Hemî-Cemîl
Dem û cihê şehadetê: Tebaxa 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê (Xakurkê)

Nasnav: Avaşîn Kutahya
Nav paşnav: Fadîme Levent
Cihê ji dayikbûnê: Kutahya
Dayik-Bav: Hatîce-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: Hezîrana 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê (Xinêre)

Nasnav: Jin Jîrkî Botan
Nav paşnav: Nûrten Akkûş
Cihê ji dayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Gerden-Abdulkerîm
Dem û cihê şehadetê: Hezîrana 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê (Xinêre)

Nasnav: Sarya Cûdî
Nav paşnav: Meysa Ebûbekîr
Cihê ji dayikbûnê: Qamişlo
Dayik-Bav: Behîce-Mehmet Nûrî
Dem û cihê şehadetê: Tîrmeha 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê (Qendîl)

Nasnav: Sozda Mûnzûr
Nav paşnav: Hekîme Olmez
Cihê ji dayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Marya-Necmettîn
Dem û cihê şehadetê: Tîrmeha 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê (Qendîl)