HPG’ê yekem car li navenda navçeyê rê kontrol kir

HPG’ê yekem car li navenda navçeyê rê kontrol kir

Li aliyekê kontrola gerîlayan a li ser qadek berfireha a di navbera Şemivînan Çelê de berdm dike, li aliyeke din, gerîlayên HPG’ê şevê din yekem car li taxa Kişla ya navçeya Geverê ê wesayît rawestandin û nasname kontrol kirin.

Bi rojan e rêya mezin a di navbera Robarok-Şemizînan û Gever-Şemizînanê de bi awayeke berfireh ji aliyê gerîlayan ve tê kontrolkirin. Gerîlayên HPG’ê yekem car li navenda navçeya Geverê rê birîn û nasname kontrol kirin.

Şevê din, gerîlayên HPG’ê li taxa Kişla ya Geverê rê birîn û nasname kontrol kirin. Gerîlayan bi çekên lûledirêj ve rê birîn û rêya li navenda taxê girtin. Çalakî demek dirêj berdewam kir. Gerîlayên ku rûyê xwe bi pûşiyan veşartibûn, bi çekên keleşînkof, roket û bîksî yên di destê xwe de bi girseya gel re sohbet kirin.

Yek ji gerîlayan ji girseya gel re axivî û got; “Em weke gerîlayên HPG’ê, van hemû çalakiyên em li dar dixin di şexsê hevalê me Cengîz Ozek (Êrîş Gever) ê ku li Pinarbaşiya Qeyseriyê çalakiya fedayî pêk anî û fermandarê pêngava 15’ê Tebaxê Mahsum Korkomaz de em diyarî hemû şehîdan dikin. Îro li hemberî berxwedana muhteşem a Rêbertiya me ya li Îmraliyê, me sekna xwe ya şoreşger û şervatiyê zelaltir kiriye. Gleê me jî serhildan pêş xistiye û di nava têkoşînê de cih girtiye. Gelê Kurd li hemberî şehîdan pir hesas e. Ji ber wê jî rêya ku herî zêde mirov bikare şehîdan fêm bike, şopandina rêya wan e."

Bi sedan kesên guhdarî axaftina gerîlayan guhdar kirin dirûşimên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” qêriyan. Gerîlayên HPG’ê ji cihê bûyerê veqetiyan. Bi boneya silavkirina berxwedana 15’ê Tebaxê, Şemiziînan, Çelê û Oremarê” gule û roket teqandin. Gel jî bi fîşekên hewayî bersiv dan silava gerîlayan. Di dema çalakiyê de ji bo astengkirina êrîşên polîsan, gelek gerîlayan li cihên cûda nobet girtin.