HPG’ê teqîna li Qamîşanê girt ser xwe

HPG’ê teqîna li Qamîşanê girt ser xwe

HPG’ê çalakiya di 29’ê gulanê de li navçeya Qamîşan a li dijî boriya gaza xwezayî girt ser xwe.

Di 29’ê gulanê de, li navçeya Qamîşan a Qersê, di borîya gaza xwezayî ya Tîflîs-Ceyhanê de teqînek pir mezin pêk hat, pêta agir 75 metre bilind bû û beşek zêde ji petrolê şewitîbû.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê mijarê de daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku teqîn di encama çalakiyek a gerîlayan de pêk hatiye. Di daxuyaniyê de hat gotin; “Roja 21’ê gulanê, saet di 21.00 de, gerîlayên me li dijî xeta boriya gaza xwazayî ya Baku-Ceyhanê çalakiyek a sabotajê li dar xistine.”

JI BO AVAHIYÊN JI BO LEŞKERAN HIŞYARÎ

Ji aliyeke din ve, HPG’ê di daxuyaniya xwe diyar kir ku gerîlayan li dijî şantiyeya otorêyê ya li ser rêya Şirnex û navçeya Wanê Şaxê tê çêkirin li dar xistine.

HPG’ê bal kişand ku dixwazin vê rêyê di herêma Besta ya di bin kontrola gerîlayan de bibin û got ku wana beriya demekê fîrmayên vê rêyê çêdikin hişyar kiribûn. Dı daxuyaniyaê de hat diyarkirin ku ji ber ku guhdarî vê hişyariyê nehatiye kirin, gerîlayan bi ser şantiyeya vê fîrmayê de girtine. Di daxuyaniyaê de hat diyarkirin ku roja 29’ê gulanê, demjimêr di 20.30 gerîlayan bi ser şantiyeyê de girtine û 3 dozer û 1 kepçeyek ji aliyê gerîlayan ve hatine rûxandin.