Gerîlayên HPG’ê rêya di navbera navçeyên Karaz û Licê yên Amedê li trafîkê girtin û nasname kontrol kirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, gerîlayên HPG’ê rêya bejahî ya di navbera navçeyên Karaz û Licê yên Amedê li trafîkê girtin û nasname kontrol kirin. Gerîlayan gelek wesayît rawestandin û agir berdan wesayîta şîrketa kargoyê û rê li trafîkê girtin. Piştî bûyer hat bihîstin, di navbera leşkerên Tirk ên hatin herêmê û gerîlayan de pevçûn qewimî. Hat ragihandin ku ji herêmê dengê çekan tên.