HPG’ê rêya Amed-Mûşê qut kir

HPG’ê rêya Amed-Mûşê qut kir

Gêrîlayên HPG’ê rêya navbera Pasûra Amedê û Mûşê qutkirin û kontrola nasnameya kirin. Di vê navberê de cerdevanê binavê Ednan Çelîk yê xwest bi wesayîta xwe bireve, di encama gulebaranê de birîndar bû.

Li gorî agahiyan, di demjimêrên şevê de gêrîlayên HPG’ê rêya Pasûr-Mûşê birî û kontrola nasnameyan kirin.

Di vê navberê de cerdevanê gund Adnan Çelîk ku ber bi Mûşê ve diçû, dema xwest bireve di encama gulebaranê de birîndar bû. Piştî ku gêrîlayan dest danî ser çek û muhîmatên li gel cerdevan Çelîk ji cihê bûyerê veqetiyan.