HPG’ê piştrast kir ku 3 gêrîlayan li Gimgimê jiyana xwe ji dest dane

HPG’ê piştrast kir ku 3 gêrîlayan li Gimgimê jiyana xwe ji dest dane

Navenda-Çapemenî û Ragihandina HPG’ê da diyarkirin ku, çalakiya li dijî Astsûbayê Cendirmeyên navçeya Gimgima Mûşê çalakiyekî misîlemeyê bû û piştrast kir ku, di 24’ê Gulanê de di operasyona li bejahiya navçeyê de 3 gêrîlayan jiyana xwe ji dest daye.

HPG’ê di derbarê çalakiya gêrîla û operasyona li Gimgimê ev agahî dan: “Gêrîlayên me di 23’ê Gulanê de li navçeya Gimgima Mûşê li dijî Astsûbayê Cendirmeyan ji ber sedema operasyonên vê dawiyê hatine destpêkirin çalakiyek ya misîlemê pêkanîne, piştî çalakiyê di roja 24’ê Gulanê de artêşa Tirk ya dagirker li bejahiya gundên Pîznîk, Rekasa û Leylek yên girêdayî navçeya Gimgima Mûşê operasyon daye destpêkirin. Li herêmê operasyon didome, cih cihan jî şer çêbûne û 3 gêrîlayên me jiyana xwe ji dest dane, dema ku agahiyên zelal gihan destê me emê di derbarê operasyonan de agahiyan bidin.”

Weke din HPG’ê ragihand ku, “roja 25’ê Gulanê li derdora gundên Mêrbabê û Marînê yên girêdayî navçeya Nisêbîna Mêrdînê kemîn danîne û hêjan kemîndanîna yekîneyên veşartî yên artêşa Tirk didomin.”