HPG’ê pevçûna tê îdîakirin ku leşkere têde miriye, derewand

HPG’ê pevçûna tê îdîakirin ku leşkere têde miriye, derewand

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê nûçeya çapemeniya Tirk a derbarê pevçûna 26’ê hezîranê de li Geverê qewimî û leşkerek têde mir derewand got; “tu pevçûn di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa tirk de neqewimiye.”

HPG’ê got; “Di çapemeniya tirk de hate îddiakirin ku di 26'ê Hezîranê de li navçeya Gevera Colemergê li nêzî herêma Ûzûnsirtê di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin de pevçûnek qewimiye û di encama vê pevçûnê de leşkerên bi navê Hakan Koçer ê ji navçeya Bismila Amedê ye, jiyana xwe ji dest daye.”

HPG’ê wiha domand; “roj û saet tê diyar kirin de li herêmê tu pevçûn di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa tirk de neqewimiye.”

Hêjayê gotinê ye ku artêşa Tirk her tim hejmara kuştiyên xwe vedişêre. Artêşa Tirk piştî her çalakiyan hejmara rast a leşkerên hatine kuştin nabêje û piştre jî bi îdîaya ku leşkeran xwe kuştin, bi qezayê mirine û gelek hincetên din cenazeyan ji malbatan re dişînin.

HPG’ê di daxuyaniya der barê çalakiya gerîlayan a di 19’ê hezîranê de li Şitazin û Oremarê pêk hat de daxuyaniyek da û diyar kir ku 109 leşker hatine kuştin, 4 helîkopterên skorsky hatine xistin û 14 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.

Alîkarê Serokê CHP’ê û Parlementerê Stenbolê Gursel Tekîn vê di 1’ê hezîranê de li Bûrsayê daxuyaniyek dabû û gotibû; “Her çendî çapemenî veşêre jî, lê di van sê mehên dawiyê de zêdetirê 150 leşkerên me şehîd bûne û dayîk digirîn.”

Her wiha, xebatkarek di Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê de dixebite, ragihand ku ji roja çalakiya Oremarê û vir ve hema bêje her roj 1-2 cenazeyên leşkeran tînin û dibêjin xwe kuştine, piştî otopsiyê jî dişînin bajarên wan.