Hat îdîakirin ku gerîlayên HPG’ê Parlementerê CHP’ê Huseyîn Aygun binçav kirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, gerilayên HPG’ê di navbera Dêrsim-Pulumurê rê birin û nasname kontrol kirin. Hat diyarkirin ku gerilayan Huseyîn Aygun ji wesayîtê daxistin û binçav kirin.
Hat ragihandin ku gerilayan nûçegihanê rojnameya Akşamê Kadir Merkît û şêwirmendê wî Denîz Tunç serbest berdan û Aygun li gel xwe birin.Piştî bûyerê, li Walîtiye maseyek a krîzê hat danîn û leşkerênTirk liherêmê dest bi operasyonekê kirin.
Walî MustafaTaşkesen jî di daxuyaniya weşan de bûyera binçavkirinê piştrast kir û got ku wana bi rayedarên emniyet,cendirme û MÎT’ê re civînek li dar xistine. Walî Taşkesen Aygun hefteyek bû li Dêrsimê bû û daxwaza tu pasevanan nekiriye.
CHP’ê ji ber bûyerê 5 parlementerên xwe şand Dêrsimê. Heta niha çavkaniyên HPG’ê der barê mijarê de tu daxuyaniyek nedane.