HPG’ê operatorê kepçê yê binçavkiribû serbest berda

HPG’ê operatorê kepçê yê binçavkiribû serbest berda

Li navçeya Aralik ya Îdirê operatorê kepçê yê 42 salî Abdulgarîp Ekîn ku beriya 18 rojan ji aliyê gêrîlayên HPG’ê ve piştî makîneya kar hate şewitandin hatibû binçavkirin, serbest hate berdan.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, gêrîlayên HPG’ê ku di 18’ê Pûşperê de li ser avadaniyek ya qereqola leşkerî de ya li Zozanên Serdarbûlak ya qontarên Çiyayê Agiriyê biçûk nêzî navçeya Aralik ya Îdirê de girtibû û piştî makîneya kar şewitandin operatorê kepçê Abdulgarîp Ekîn hatibû binçavkirin. Ekîn duh di demjimêrên şevê de li heman herêmê serbest berdan.