HPG’ê nameyên gerîlayên li Pinarbaşi jiyana xwe dest da weşadin

HPG’ê nameyên gerîlayên li Pinarbaşi jiyana xwe dest da weşadin

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê nameya du mîlîtanên ‘Tabûra Nemiran’ ku di 26’ê Gulanê de li hemberî Midûriyeta Polîsan a navçeya Pinarbaşi ya Qeyserieyê çalakiya fedayîtî pêk anibûn, weşandin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê nameyên gerîla Ramazana Yildiz (Andok Farqîn) û Cengîz Ozek (Êrîş Dildar) k udi çalakiya ku pêk anîbûn de jiyana xwe ji dest dabûn di malpera xwe ya înternet ê ya bi navê (http://www.hezenparastin.com/) weşandin.

Ozek di nameya xwe ya beriya çalakiyê de wiha gotiye; “Êdî ji gotinê wêdetir dema çalakiyê ye. Ji ber vê jî ji tiştên ku niha ez dinivîsim zêdetir tiştê ku ez dikim dê zêdetir bi watedar be.”

Yildiz jî wiha dibêje; “Belê êdî dema serkeftin, azadiyê ye. Ez bi vê bawer im û ji ber ez dibim fedaiyê wê ez gelek bi şans im. Ne girtin, binçavakirin û asîmîlasyon êdî hezar bombeyên atomê jî vî gelî nekare bide rawestandin.”