Gêrîlayên HPG’ê rêya 3 otomobîlên ji herêma Zozanên Korhan ya li quntara Çiyayê Agirî xebatên rê çêkirinê dikirin girtin, piştî ku agir bi otomobîlan xistin endezyar Mehmet Tan, parêzer Serkan Gultekîn, mutehît Fîkrî Guner, marangoz Zafer Alagoz û 6 karker binçav kirin. Piştî ku bûyer hate bihîstin li herêmê operasyon hate destpêkirin.