Fermandariya Biryargeha Navenî ya HPG'ê ragihand leşkerê bi navê Alî Sabanci yê ji Erebana Dîlokê serbest berda. Di daxuyaniyê de hat gotin; “ji ber Kurdeke ji aliyê dewleta tirk bi zorê girtine leşkeriyê, derveyî leşkeriyê tevlî tu sûcan nebûye û li ser bangawaziyên saziyên civakî yên cûda li ber çavan hatiye girtin û doh êvarî serbest hatine berdan.”
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê ragihand ku leşkerê bi navê Alî Sabanci yê ku di 6’ê hezîranê de li ser rêya Amed-Çewlikê hatibû binçavkirin, serbest hatiye berdan.
HPG’ê di daxuyaniya der barê mijarê de got; “Di 6'ê Hezîranê de li ser riya Amed-Çewlikê dema ji aliyê gerîlayên me rê hate birîn leşkereke bi navê Alî Sabanci yê bi ser şêniya Erebana Dîlokê ye ji aliyê gerîlayên me ve hatibû binçavkirin. Leşkerê bi navê Alî Sabanci yê lêpirsîna wî bi dawî bû, ji ber Kurdeke ji aliyê dewleta tirk bi zorê girtine leşkeriyê, derveyî leşkeriyê tevlî tu sûcan nebûye û li ser bangawaziyên saziyên civakî yên cûda li ber çavan hatiye girtin û doh êvarî serbest hatine berdan.”
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê ev bang li ciwanên Kurd kir; “Bi vê boneyê em careke din bang dikin ku ciwanên Kurd ji bo artêşa dagirker a tirk leşkeriyê nekin, kesên niha li leşkeriyêye ji wir fîrar bikin û tevlî nava refên gerîla bibin. Kurdên li leşkeriyêne divê berê çekê xwe nedin birayên xwe yê Kurd gerîlayan, bidin hêza fermandar ên faşîst ên fermana şer didin. Cardin em bang li hemû leşkerên tirk jî dikin ku dema pevçûnan de ger dixwazin jiyana xwe berdewam bikin, li şûna pevçûnê bila teslîmê gerîlayên me bibin.”