Li gor danayên fermî yên meclîsa Tirkiyê bi binçavkirina parlamenterê CHP’ê yê Dersîmê Huseyîn Akgûn hejmara kesên ku di nava salekê de ji aliyê HPG’ê ve hatine binçavkirin gphişt 146 kesan. Li gorî bîlançoya meha tîrmehê ya ji aliyê HPG’ê ve hat aşkerekirin, di meha tîrmehê de 21 kes hatin binçavkirin an jî girtin.
Binçavkirina parlamenterekê di dîroka Tirkiyeyê de bûyerek nû ye. Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand Parlementerê CHP’yî Huseyîn Aygun ji aliyê gerîlayan ve hatiye binçavkirin. Niha çavê her kesî/ê niha li dewletê ye ka dê piştî vê bûyerê çi biryaran bigrin û çawa tevbigerin.
Beriya du rojan Parlamenterê CHP’ê yê Enqereyê Bûlent Kuşoglû di palementoyê de civînek çapemeniyê li dar xistibû û hejmara kesên ku di nava salekê de ji aliyê HPG’ê ve hatine binçavkirin aşkera kiribû. Salek beriya niha ango di 12’ê Tebaxa 2011’an de namzetê qeymaqamiyê Kenan Erenoglû li ser rêya Mûş û Amedê ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hate binçavkirin. Bi boneya revandina namzetê qeymeqamiyê parlamenterê CHP’ê Bûlent Kuşoglû raporek amade kiribû û pêşkeşê Parlementoyê kiribû. Di raporê de derbarê kesên ku di nava salekê de ji aliyê HPG’ê ve hatine binçavkirin amarên balkêş hene. Diroka binçavkirinê, cîh, erk û wezîfeyên wan û rewşa wan di raporê de bi berferehî cîh digre.
DEWLET BI BERPIRSIYARÎ TEV NAGERE
Li gor vê raporê namzedê qeymaqamiyê Kenan Erenoglû yekem amirê îdareyî yê dewletê ye ku hatiye revandin û nekariye bê rizgarkirin. Rapor dibêje malbata kesên tên revandin mexdûr dibin û dewlet jî ti alîkariyek cidî nade malbatan. Her wiha ji aliyê wezareta darayî ve mûçeyê polîsê hatiye desgîrkirin jî hatiye birîn.
Di rapora 26 rûpelî de tê gotin ku PKK’ê di nava 20 salan de 154 kes binçav kir lê belê tenê di nava salekê de ango ji Tîrmeha 2011’an heya Tebaxa 2012’an hejmara kesên hatine binçavkirin 145 kes in. Niha bi tevê Parlamenterê CHP’ê yê Dêrsimê Hûseyîn Aygûn ev hejmar gehişt 146 kesan.
Li gor vê raporê heya niha ji kesên hatine binçavkirinrkirin 90 kes serbest hatine berdan, 3 kes reviyane, û aqûbeta 26 kesan jî nayê zanîn. Di raporê de tê gotin di nava kesên hatine revandin de 14 mamosta, 13 cerdevan, 9 leşker,5 muxtar ango keya, namzetek qeymaqamiyê, polîsek, endazyarek, parêzerek,xebatkarek tendurustiyê jî heye.
Dîsa di raporê de tê gotin ku ji van kesan 8 li Amedê, 8 li Colemêrgê, 6 li Wanê, 3 jî li Şirnexê hatine binçavkirin. Her wiha ji kîjan demê ve di destê HPGê de ne û li ser binçavkirinan ve çi qas dem derbasbûye jî tê aşkerekirin. Li gor vê yekê; 2 kes 13 meh in girtîne. Yên din jî 3 kes 12 meh in, kesek 11 meh in û kesek jive 10 meh in girtîne.
Piştî vê raporê jî hukumeta AKP’ê der bare kesên hatine binçavkirin ti livek nedabû xwe û bê deng mabû. Lê belê niha êdî cihê meraqê ye ka wê hukumeta AKP’ê çi biryar ango hewlekî bide.