HPG’ê çalakiya duh li navenda Wanê ya li dijî polîsên tîma taybet ku li cihê perwerdeyê pêkhatibû û hate îdîakirin 15 polîs birîndar bûne girte serxwe.
Duh li polîgona gule avêtinê ya perwerdeya polîsên taybet ya li Taxa Yunîplîk girêdayî navenda Wanê teqînekê rû û rayedarên Tirk îdîakiribûn ku 15 polîs birîndar bûne. Di derbarê mijarê de Navenda-Çapemenî û Ragihandina HPG’ê daxuyaniyek nivîskî da û ragihand ku, “hêjmara mirî û birîndarên polîsan ji aliyê hêzên me ve nehatiye tespît kirin.”
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku, “Di 14'ê Tîrmehê de di saet 14.30'an de li navenda Wanê li dijî herêma perwerdeya polîsên tevgera taybet a li taxa Yunîplîkê ye ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayita 20 polîs barkirî hatiye rûxandin herweha hejmara kuştî û birîndarê polîsan ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”
HEFTENÎN DÎSAN HATE TOPBARAN KIRIN
HPG’ê aşkera kir ku di heman rojê de di demjimêrên 06.00'an û di navbera demjimêrên 11.30-13.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Geliyê Sinaht, Gundê Dêreşîş û Kato Sûlê yên bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa dagirker ya tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
LI ÇELÊ 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyarkir ku, “Di 13'ê Tîrmehê de di demjimêr 22.00'an de li navçeya Çelêya Colemergê di navbera leşkerên artêşa dagtirker ya tirk ên di navbera qereqolên Marûka û Êrîş de derketine operasyonê û gerîlayên me de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 4 leşker hatiye kuştin, 2 leşker jî birîndar bûye. Di vê pevçûnê de herweha wesayiteke leşkerî jî hatiye rûxandin.”
HPG’ê di derbarê çalakiya serdegirtinên avadaniyên li Şemzînanê jî daxuyanî da û wiha berdewam kir: “Di 13'ê Tîrmehê de di demjimêr 23.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê şîrketeke di navbera qereqolên Katûna û Helena de riyên bi armanca leşkerî çê dikin li dijî vê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 kemyon, greyderek û dozerek bi şewitandinê hatiye rûxandin.