Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê daxuyand ku di encama çalakiya gerîlayan a li Dêrsimê de 2 leşker hatin kuştin û di çalakiya li Dîlokê li dijî trenê pêk hat de 15 vagon ji rê derketin.
Çalakîyên gerîlayên Kurd ên li Bakûrê Kurdistanê berdewam dikin. Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê ragihand ku di encama çalakiya gerîlayan a li navçeya Xozata Dêrsimê herî kêm 2 leşker hatin kuştin. HPG'ê çalakiya li Dîlokê girt ser xwe.
LI DÊRSIMÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 14'ê Tîrmehê de di saet 16.30'an de li navçeya Xozata Dersimê li nêzî qereqola Amûtka di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker ê tirk pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 2 leşker hatin kuştin.”
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê got; “Di 12'ê Tîrmehê de li navçeya Tetwana Bedlîsê li dijî derdora gundên Ez, Kurtuka, Eleman, Xizrokê û gundên nêzî çiyan ji aliyê artêşa dagirker a tirk ve hewldanên kemîn vedanê yên hatiye destpêkirin hîn jî berdewam dike. “
DI ÇALAKIYA LI DIJÎ TRENÊ DE 15 VAGON JI RÊ DERKETINE
HPG’ê diyar kir ku di 15'ê Tîrmehê de di saet 17.00'an de li navçeya Îslahiyeya Dîlokê li dijî riya trenê ya di navbera Fevzîpaşa û Nûrdagi de derbas dibe ji aliyê gerîlayan ve çalakiyek hatiye lidarxistin û got; “Di encama çalakiyê de trêna pola barkirî û bi armanca leşkerî dihat bikaranîn de 15 vagon ji rê derketiye.”
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 15'ê Tîrmehê de di navbera saet 19.00-20.30'an de li ser riya Dersim û Pulurê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û tebanceyeke memûrê dewletê jî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye desteserkirin. Piştî kontrola rê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêmê bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Herweha operasyona li herêmê hatiye destpêkirin hîn jî berdewam dike.”
HPG’ê diyar kir ku di 15'ê Tîrmehê de di navbera saet 20.00-22.00'an de li Herêmên Parastinê Medyayê li Zaxoyê li dijî Gundê Heftenîn, Sêgoşeya Bêtalma û Kevirê Botê yên bi ser Heftenînêye ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi hewan û obusan hatiye lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 16'ê Tîrmehê de di navbera saet 04.00-05.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Sîdekayê li dijî Gundê Ermûş, Girên Karker û Sîro yên bi ser Xakurkêne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”