HPG’ê çalakiya li dijî lûleya petrolê girt ser xwe

HPG’ê çalakiya li dijî lûleya petrolê girt ser xwe

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê çalakiya di 28’ê hezîranê de li Bazîdê li hemberî lûleya gaza xwezayî ya di navbera Tirkiye û Îranê de pêk hat girt ser xwe. Ji ber teqînê herikîn gazê hatibû rawestandin.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirk Taner Yildiz di 28’ê hezîranê de ragihandibû ku li navçeya Bazîda Agiriyê li hemberî borûya gaza xwezayî ya di navbera Îran û Tirkiyeyê de êrîşek pêk hatiye. Yildiz diyar kir ku ew bawer in ku PKK’ê vê êrîşê pêk aniye û got; “Ji ber teqîna di borûyê de pêk hat, herikîna gaza ji Îranê tê hatiye rawestandin."

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê di daxuyaniya der barê bûyerê de da got; “Di 28'ê Hezîranê de di saet 02.10'an de li navçeya Bazîda Agiriyê li dijî xeta lûleyan a xwezayî ya di navbera gundên Mêzra û Mangeserê de derbas dibe ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Ji bo agir zeviyê gundiyan negire, nehatiye şewitandin lê zirareke mezin dîtiye.”