HPG'ê Baran Alparslan bibîr anî
HPG'ê gerîla Baran Alparslan (Cemîl Andok) ê li qadên gerîla ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest da, bibîr anî.
HPG'ê gerîla Baran Alparslan (Cemîl Andok) ê li qadên gerîla ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest da, bibîr anî.
HPG'ê gerîla Baran Alparslan (Cemîl Andok) ê li qadên gerîla ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest da, bibîr anî û got, "Nêrîn û armancên bi hezaran hevrê Cemîl, ku rizgariya jiyana xwe û civakê di nava PKK'ê de didît, ancax bi watedarkirina bi serketinê re dikarin bigihêjin siberojan. Weke hevrêyên wî em ê bi biryardarî têkoşîna xwe ya ji bo bicihanîna vê, xurt bikin."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, gerîla Baran Alparaslan (Cemîl Andok) ê di 3'ê Sibatê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest da bibîr anî.
Daxuyaniya HPG'ê bi vî rengî ye:
"Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ku bi îdeolojîk, bawerî, paradîgma û rêxistinbûyîna xwe re bandoreke mezin li ser hemû civakan kir; bi coş, biryardarî û cesareta bi hezaran hevrêyên ciwan ên tevlî refên têkoşînê bûn re, nirxên gelekî mezin afirandiye. Bûyîna milîtanê tevgereke ku bi berhemdariya axê û keda mirovan re bi xurtî girêdayî ye, îmtiyazeke mezin e. Şehadetî jî mertebeya herî bilind e.
Hevrê Cemîl Andok li nava malbateke welatparêz a xwedî têkoşer û şehîdan mezin bû û bi sempatiyeke mezin a li Tevgera Azadiyê re jiyana xwe diyar kiriye. Hevrê Cemîl bi tevlîbûna xwe re di nava demeke kurt de hînî jiyana gerîla bû û tevlî xebatê bû. Bi ked û coşa xwe re her tim bû xwedî meşeke xurt a rengê xwe dide têkoşînê.
Di demeke ku xwe perwerded ikir û ji bo bibe kadroyekî xurt ê têkoşînê ked dida de, ji ber qezayeke bextreş, hevalê me Cemîl Andok gihîşt şehadetê. Ji bo bicihanîna xewn û xeyalên hevrêyên me yên dildarên azadiyê û berdêl dane, em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê berê hemû hêz û en enerjiya xwe bidin serketinê û bikevin nava vê hewldanê. Nêrîn û armancên bi hezaran hevrê Cemîl, ku rizgariya jiyana xwe û civakê di nava PKK'ê de didît, ancax bi watedarkirina bi serketinê re dikarin bigihêjin siberojan. Weke hevrêyên wî em ê bi biryardarî têkoşîna xwe ya ji bo bicihanîna vê, xurt bikin
Nasnameya gerîlayê jiyana xwe ji dest da:
Baran Alparslan bi nasnav Cemîl Andok, li Amedê ji dayik bû, di 3'ê Sibata 2015'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest da.