Gerîlayên HPG’ê di dawiya meha gulanê de li Îdirê li mintikaya Korxanê 10 kes binçavkiribû û ji vana 7 kes serbest berdan.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê daxuyaniyek da û destnîşan kir k udi 28’ê gulanê de li Korxan a Îdirê 10 kes binçavkiribûn û piştî kar û barên hatin kirin 7 kes îro serbest hatine berdan. HPG’ê da zanîn ku lêpirsîna 3 kesên din hêjî didome.
HPG’ê di 4’ê hezîranê de bîlaçoya meha Gulanê aşkera kiribû û diyar kiribû ku dimeha gulanê de bi giştî 31 kes ji aliyê gerîlayan ve hatibûn girtin. HPG’ê da zanîn ku ji vana 16 kes serbest berdane.