HPG’ê 3 kesên din serbest berda

HPG’ê 3 kesên din serbest berda

Ji kesên di 29’ê gulanê de li Zozanên Korxan ên Agiriyê ji aliyê gerîlayan ve hatibûn binçavkirin 3 kes serbest hatin berdan.

Li gorî agahiyan, gerîlayên HPG’ê ji kesên ku di 29’ê gulanê de li Zozanên Korxan ên li qontara çiyayê Agiriyê girtibûn binçavan, endezyar Mehmet Tan, mutahît Fikri Guner û merengoz Zafer Alagoz serbest berdan.

Gerîlayên HPG’ê di dawiya meha gulanê de li Îdirê li mintikaya Korxanê 10 kes binçavkiribû û ji vana 7 kes di 4’ê hezîranê de serbest berdabûn.

Alîkarê Waliyê Agiriyê Turker Çagatay Halim piştrast kir ku 3 kes serbest hatine berdan û diyar kir ku rewşa wan tenduristiyê baş e.