HPG: Du leşker hatin kuştin, 2 helîkopter derbe xwarin

HPG: Du leşker hatin kuştin, 2 helîkopter derbe xwarin

Gerîlayên HPG’ê li dijî leşkerên li Çiyayê Gabarê dest bi operasyonekê kiribûn çalakiyek li dar xistin û di encamê de 2 leşker hatin kuştin. Hat ragihandin ku gerîlayan li Bedlîs û Çelê jî derbe li du helîkopterên skorsky xistine. Li ser rêya Wan-Geverê jî wesayîta leşkerî ya akrep (dupişk) ji aliyê gerîlayan ve hat rûxandin.

Operasyon ên artêşa Tirk bê navber berdewam dikin û çalakiyên gerîlayan ên li hemberî operasyonan jî zêde dibin. Di encama çalakiyên gerîlayan ên li Bedlîs, Colemêrg, Wan û Şirnexê de herî kêm 2 leşker hatin kuştin, 2 helîkopterên skorsky derbe xwarin û wesayîteke leşkerî jî hat rûxandin.

LI GABARÊ 2 LEŞKER MIRIN

Di daxuyaniyê de hat gotin; “ Di 4'ê Hezîranê de di saet 16.00'an de li çiyayê Gabara Şirnexê li herêma Zivingê li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketibû operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.” Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku di 4'ê Hezîranê de di saet 16.30'an de li Şirnexê li Çiyayê Gabarê herêma Girê Cotyarê li dijî leşkerên artêşa “dagirker” a tirk çalakiyek hatiye lidarxistin û di encama çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.

LI BEDLÎS Û ÇELÊ HELÎKOPTERÊN SKORSKY DERBE XWARIN

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 4'ê Hezîranê de di saet 09.30'an de helîkoptera skorskyê ya ji herêma Şêx Cûma ber bi Bedlîsê ve diçe û leşker û alavên leşkerî vediguhezîne ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan. Helîkopter hatiye derbekirin û ji herêmê dûr ketiye.

Di 4'ê Hezîranê de di saet 15.30'an de li navçeya Çelê ya Colemergê li dijî helîkoptera skorskya leşker ji tabûra Serê Sêvê vediguhezîne herêma operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan. Helîkoptera derbe xwariye naçar maye ji herêmê dûr bikeve û dakeve. Di encama vê lêdanê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”

WESAYÎTEK HAT RÛXANDIN

HPG’ê got; “Di 4'ê Hezîranê de di saet 07.00'an de li ser riya Wan - Gewerê li nêzî gundê Pilangodê li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirkên derketiye operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin” û wiha domand; “Di encama çalakiya wesayita leşkerî ya akrep bi giştî hatiye rûxandin, lê hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”

LI KATOYÊ PEVÇÛN

Di daxuyaniyê de der barê operasyon û pevçûnên li Katoyê de jî wiha hat gotin; “. Di 4'ê Hezîranê de li navçeya Beyşebaba Şirnexê li dijî herêma Katoyan ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di encama operasyonê de di Deriyê Kujeran de di saet 17.00'an de di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin pevçûneke kurt qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”

Her wiha hat ragihandin” Ji 4'ê Hezîranê de di saet 16.00'an heta danê sibê ya 5'ê Hezîranê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Çiyareş a bi ser Şeladizêye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. “