HPG: Di serdegirtina bendavê de 47 wesayit hatin şewitandin

HPG: Di serdegirtina bendavê de 47 wesayit hatin şewitandin

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya der barê serdegirtina bendava li navçeya Şemizînana Geverê tê çêkirin de ragihand ku 47 wesayît ji aliyê gerîlayan ve hatine şewitandin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn; “Di 13'ê Tîrmehê de di navbera saet 22.30-23.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li Geliyê Bêmbo û Bêgoza li dijî şantiyeya bendavê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek serdegirtinê hate lidarxistin. Tevî hemû hişyariyên ji bo Zekî Ozen, li ser sînor xebatên avakirina bi armanca ewlekariyê yên bendav û qereqolan berdewam kirî de 8 tir, 2 dozer, 1 sîlîndîr, 2 greyder, 1 transît 2 pîqap bi giştî 47 wesayitên kar bi şewitandinê hatiye rûxandin. 2 bêtêlên motorola hatiye desteserkirin, 3 kompîter û 50 telefon hatiye tunekirin. “