HPG: Di 5 pevçûnan de 16 leşker mirin

HPG: Di 5 pevçûnan de 16 leşker mirin

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku di encama şer û pevçûnên li Şemizînan, Çelê û Elkê de 16 leşker hatine kuştin û 9 jî birîndar bûne. Di daxuyaniyê de hat gotin ku 3 gerîlayan li Çelê jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der bar pênç pevçûnên di 10-12’ê hezîranê de qewimîn de daxuyaniyek da.

LI ELKÊ 4 LEŞKER MIRIN

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 10'ê Hezîranê de di saet 10.00'an de li navçeya Elkê Şirnexê li herêma Girê Şabana di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker ên tirk ên derketiye operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de leşkerek hatiye kuştin, leşkerek jî birîndar bûye.”

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin; “Di 11'ê Hezîranê de operasyona ber bi Girê Goniyê, Girê Kerkul û Meydan Zengilê ve berfireh bûye di heman rojê di saet 20.30'an de pevçûnek din qewimiye. Di vê pevçûnê de herî kêm 3 leşkerên artêşa tirk hatiye kuştin, leşkerek jî birîndar bûye. Dijmin kuştî û birîndarê xwe bi piştgiriya helîkopterên kobrayan bi skorskyan ji herêmê dûr xistiye.”

HGP’ê got; “Di 10'ê Hezîranê de di saet 20.00'an de li navçeya Çelê ya Colemergê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li derdora Alaya Bîlîcanê operasyonek hatiye lidarxistin. Di heman rojê de di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûna saetekê berdewam kiriye û ji aliyê helîkopterên kobrayan bi dijwarî herêm hate bombekirin de 3 gerîlayên me bi lehengî şer kirine û gihîştine şahadetê. Hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”

SÊ GERÎLAYAN JIYANA XWE JI DEST DAN

HPG’ê ragihand ku di vê pevçûnê de gerîlayên bi navê Xecê Brukimilan (Viyan Cûdî) li Makuyê ji dayîk bûye, 2006 de tevil bûye, Besra Dellayimilan (Zêrîn Zîlan) û Ayetullah Kandemîr (Mazlum Amed) li Erziromê ji dayîk bûye, di sala 2008 de tevil bûye, jiyana xwe ji dest dane.

LI ÇELÊ 7 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di berdewam daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Di 12'ê Hezîranê de di saet 03.20'an de li navçeya Çelêya Colemergê li dijî leşkerên yekîneyên taybet ên alaya Bilîcanê yên di operasyona 3 hevâlê me gihîştibû şahadetê de cihê xwe girtibûn ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 6 leşkerên dijmin hate kuştin, 3 leşker jî birîndar bûye. Artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan herêm bi dijwarî bombebaran kiriye pişt re kuştî û birîndarê xwe ji herêmê dûr xistiye.”

Her wiha HPG’ê got; “Di 12'ê Hezîranê de di saet 15.00'an de li navçeya Çelêya Colemergê li nêzî qereqola Karataşê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di heman rojê de di navbera gerîlayên me û leşkerê dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de leşkerek hatiye kuştin.”

LI ŞEMIZÎNANÊ 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ev agahî da; “Di 12'ê Hezîranê de li navçeya Şemzînana Colemergê ji aliyê leşkerên Qereqola Giranayê li dijî Neqeba Zêtê operasyonek hatiye lidarxistin. Di heman rojê de di navbera gerîlayên me û leşkerê dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de 4 jê çawişên pispor 5 leşker hate kuştin 4 leşker jî birîndar bûye. Dijmin kuştî û birîndarê xwe ji herêmê rakirine Qereqola Giranayê.”

LI DIJÎ ZAPÊ TOPBARAN

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di 12'ê Hezîranê de di tevahiya rojê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li navçeya Çelêya Colemergê li dijî Gundên Erbîş, Cennetê û Şîfrezayê yên bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.