HPG: Armanc Emniyeta Pinarbaşiyê bû

HPG: Armanc Emniyeta Pinarbaşiyê bû

Hêza Parastina Gel (HPG) di derbarê çalakiya duh ya li navçeya Pinarbaşiya Qeyseriyê dawî li spekulasyonên tên kirin anî. HPG’ê ragihand ku, armanc Emniyeta navçeya Pinarbaşiyê bû û nûçeyên di çapemeniya Tirk de tên weşandin jî nerastin.

Daxuyaniya ku ji aliyê Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê ve hatî kirin de, hat ragihandin ku, “Çalakiya li dijî Miduriyeta Polîsan ya Navçeya Pinarbaşiya Qeyseriyê ‘endamên Tabûra Bêmirin ya Şehîd Zîlan’ du gêrîlayan pêkaniye. Çalakiya ku hatî plankirin û polîs hatîn hedef girtin, gelek polîs hatine kuştin û birîndarkirin. Çapemeniya Tirk ya ku weke çapemeniya şerê taybet xebat dike, sedemê serûbinkirina çalakiyê jî ji bêçaretî û hewildanên wan yên veşartinê tê, ji wê zêdetir tiştek din nîne.”

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Di vê çalakiya fedayî ya ku bi çek û bombeyî pêk hatiye de, hevalê meyê Andok ketiye hundirê Miduryeta Polîsan, di hundir de di navbera hevalê me û polîsan de şer qewimiye û hevalê me yê Êriş jî bi erebeya bombe barkirî ketiye hundirê hewşa emniyetê û li wê derê teqîn pêk aniye. Ev hevalên me yê ku bi rihê dema nû xwe tevlî çalakiyê kirine û xwe feda kirine, li hemberî artêşa TC’ê ya dagirker serkeftineke bê hempa derxistine holê. Em dê bi rihê hevalê Êriş û Andok, xwe tevlî pêngavê bikin û serkeftinê bi dest bixin.”

HPG’ê gêrîlayên di çalakiyê de jiyana xwe ji dest dan nasnameya wan jî aşkera kir. Nasnameya gêrîlayên di çalakiyê de jiyana xwe ji dest dane wiha we.

Cengîz Ozek (Êriş Dildar), di sala 1988’an de li navçeya Gevera Colemêrgê ji dayîk bûye. Ramazan Yildiz (Andok Farqîn), di sala 1986’an de li Farqîna Amedê ji dayîk bûye.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ji bo gêrîla Ozek û Yildiz ev tişt got: “Ev hevalên me her dem bi rihê fedayî yê Apoyîtiyê xwe di binê hemû şertên giran de, xwedî li vîna xw derketine û canê xwe ji bo têkoşîna rizgariyê û ji bo gelê xwe feda kirine. Em hevalê Êriş û Andok bi rêzdarî bi bîrtînin. Em soz didin ku em dê xwedî bîranînên wan û şehîd Bêrîtanan û Zîlanan derbikevin. Em dê bersiva hemû êrişên ku li hemberi gelê me û Rêberê me ku pê tên derbikevin û em dê li pey şopa şehîdên xwe heta dawiyê tê bikoşin.”