Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê der barê şer û pevçûnên li Bakûrê Kurdistanê de daxuyaniyek da û diyar kir ku li Qilseya Dêrsimê 4 û li Tetwana Bedlîsê jî 3 leşkerên hatine kuştin. HPG’ê ragihand ku 2 jê cerdevan 6 kes serbest hatine berdan.
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê daxuyand ku di encama çalakiya gerîlayên YJA-STAR a li navçeya Tetwana Bedlîsê pêk anîn de herî kêm 3 leşker hatin kuştin.
LI QISLEYÊ 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 8'ê Tîrmehê de di saet 01.00'an de li navçeya Qisleya Dersimê li Zinarên Doganan di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de herî kêm 4 leşker hatine kuştin, hejmara birîndara jî nehatiye zelalkirin. Dijimin kuştî û birîndarê xwe ji herêmê bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye.”
LI TETWANÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê der barê çalakiya gerîlayên YJA-STAR a li Tetwanê de jî ev agahî da; “Di 6'ê Tîrmehê de operasyona li navçeya Tetwana Bedlîsê destpêkiribû û berfireh dibû de di 10'ê Tîrmehê de di tevahiya şev û di 11'ê Tîrmehê ji saet 09.00'an heta saetên êvarî li navçeya Tetwana Bedlîsê li dijî derdora Gundên Kurkuta û Ezê, Navserên Şehîd Berivan ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û kobrayan hatiye bombekirin. Di 11'ê Tîrmehê de di saet 18.20'an de li navserên Şehîd Berîvanê di navbera gerîlayên me yê YJAStarê û leşkerên dijmin de pevçûk qewimiye. Di encama pevçûnê de herî kêm 3 leşker hatine kuştin leşkerek jî birîndar bûye.”
2 CERDEVAN, 6 KES SERBEST HATIN BERDAN
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin “Di 3'ê Tîrmehê de li navçeya Beyşebaba Şirnexê û Şaxa Wanê 4 ajokerê di xebatên leşkerî de alîkariya dijmin dikirin ji aliyê gerîlayên me ve hatibûn binçavkirin. Van kesên lêpirsînên wan bi dawî bûne di 8'ê Tîrmehê de serbest hatine berdan.”
Navanda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê diyar kir ku di 1'ê Tîrmehê de li navçeya Şaxa Wanê sercerdewanê Gundê Tengê û hevsera wî ya cerdewan Îsmanîl Can û Zumeyra Can bi boneya hevkariya “bi dijmin û cerdewanî pêşxistinê ji aliyê gerîlayên me ve hatibûn binçavkirin” û got; “ Piştî sercerdewan û hevsera wî ya cerdewan sûcên li dijî gelê kurd kirine pejirandin û soza nedubarekirina vî sûcî dan di 9'ê Tîrmehê de serbest hatine berdan.”
LI DIJÎ ZAPÊ ÊRÎŞA HEWAYÎ
HPG’ê der barê êrîşa hewayî ya li ser Zapêde jî ev agahî da; “Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku di 11'ê Tîrmehê de di navbera saet 11.00-12.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundê Şîvê, Dêrginê û Girê Rûbar ên bi ser Zapê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. “