HPG: 5 cenazeyên gerîlayan li herêmên gerîlayan spartin axê

HPG: 5 cenazeyên gerîlayan li herêmên gerîlayan spartin axê

HPG’ê ragihand ku cenazeyên 5 ji 12 gerîlayên di “Tevgera Şoreşgerî” ya gerîlayan a li navçeya Şemizînan a Colemêrgê jiyana xwe ji dest dan, li herêmên gerîlayan ji spartina axê. HPG’ê ragihand ku cenazeyê gerîlayên din birine saziya Tiba Edlî ya Meletiyê.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HGP’ê di daxuyaniya weşand de ragihand ku cenazeyên 5 ji 12 gerîlayên di “Tevgera Şoreşgerî” ya gerîlayan a li navçeya Şemizînan a Colemêrgê jiyana xwe ji dest dan, li herêmên gerîlayan ji spartina axê.

Di daxuyaniyê de ev agahî hat dayîn; “Ji 23Tîrmehê û vir ve di tevahiya tevgera şoreşgerî ya li derdora navçeya Şemzîna Colemergê hatibû destpêkirin de di cîh û demên cûda de şahadeta 12 rêhevalên me hatibû aşkerekirin. Piştî lêkolînên hate kirin de aşkere bû ku ji cenazeyên 12 rêhevalên me 7 ji wan Mirza - Mehmet Emen , Ekin - Latife Baran, Siyabend - Îsmail Zamani, Şahin - Servet Gumuş, Şoreş Kobanî - Şirvan Ahmet, Serxwebun - Aziz Zengel û Şahan - Kudbettin Delaimilan)rakirine Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê.

Cenazeyên 5 rêhalên me yê din jî (Kemal - Kemal Acar, Sarina - Sinem Ünver, Murat - Agit Abdulah, Şahin - Îsa Tacidar û Zozan - Zozan Abuk) li herêmên di bin kontrola gerîlayên me de ne hatiye definkirin.”