Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê 10 kesên ku li Zozanên Korxanê yên Îdirê ji aliyê gerîlayan ve hatibûn binçavkirin de daxuyaniyek û diyar kir ku ji bo lêpirsînê hatine binçavkirin.
Di 28’ê gulanê de, li Zozan Korxanê yên Îdirê 10 kes ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hatibûn binçavkirin. HPG’ê di daxuyaniya der barê mijarê de diyar kir ku 3 wesayît hatine şewitandin û 10 kes ji bo lêpirsînê hatine binçavkirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Di 28'ê Gulanê de di saet 22.00'an de li Îdirê li herêma Korxanê qereqola heyî bi navê wê bikin seyrangeha mîllî ji bo avakirina tabûrê 3 wesayitên di xebatê avakirina wê de cîh digrin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rawestîn. 3 wesayit hatiye şewitandin 10 xebatkar jî ji bo lêpirsînê hatiye binçavkirin.”