Li hember artêşa Tirk a li qada Bînbîr operasyon daye destpêkirin û xwest bikeve Girê Şehîd Rojîn gerîlayên HPG’ê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de yarbay Îhsan Ejdar, 2 berbaz û serbazek bi giştî 20 leşker hatin kuştin.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, der barê operasyon û êrîşên artêşa Tirk ên tevî biryara bêçalaktiyê ya KCK’ê jî didomin ev agahî parve kir:
“Operasyona ku artêşa TC li herêma Bînbîr a girêdayî navçeya Gever a Colemergê destpê kiriye didome. Artêşa TC çi teknîka di dest xwe hebe bikar tîne û dixwaze ber bi herêma Şemzînanê ve operasyonê berfireh bike. Êvara 17’ê Cotmehê bi piştgiriya helîkopterên Kobra ve ji helîkopterên Skorsky leşker danîn herêma operasyonê.
Her wiha ev 3 rojên dawiyê, li girê Şehîd Rojîn di navbera hêzên gerîlayên me û artêşa TC de pevçûnên dijwar diqewimin. 16’ê Cotmehê saetên êvarî, artêşa TC bi bomberdûmanên balafirên şer, obus, hawan û tankan xwest bikeve girê Şehîd Rojîn. Hêzên gerîlayên me leşker ferq kirin û ji mesafeyek nêz ve lê dan. Lewre leşker neçar man ku vekişin.
17’ê Cotmehê, her wiha, artêşa TC bi piştgiriya balafirên şer ji 4 çar baskan xwest ji bejahiyê bikeve girê Şehîd Rojîn. Li ser vê jî hêzên gerîlayên me leşkerên xwestin bikevin gir kirin hedef û bi bandor lê dan. Di encama van lêdanan di baskê yekemîn de 7 leşker, yê duyemîn de 6 leşker, yê sêyemîn de 4 leşker û yê çaremîn de jî 3 leşker hatin kuştin. Di pevçûnan de yarbayekî bi navê xwe Îhsan Ejder, 2 berbaz û serbazek jî tê de bi giştî 20 leşker hatin kuştin. Ji ber ku artêşa TC derbeyên giran xwar, ji neçarî vekişiya. Her wiha, saet 17.00’an balafirên şer bomberdûmanên kirin, piştre di navbera hêzên gerîlayên me û artêşa TC de pevçûnên dijwar rû dan.
LI HEMBER QEREQOLA BÎLÎCANÊ ÇALAKÎ
17’ê Cotmehê saet di navbera 13.00-14.00’an de hêzên gerîlayên me li hember qereqola Bîlîcan û alaya Bîlîcanê ya li xeta sînorê herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi çekên giran û ferdî çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de avahiya qereqolê hate hedefgirtin, piştî lêdanan, di avahiya qereqolê de 3 teqînên cuda pêk hat. Piştî teqînan li avahiya qereqolê şewat çêbû. Di çalakiyê de alay jî bû hedef û li vir jî depoyek û 2 wesayîtên zirxî bi çekên giran ve hate gulebarankirin, bomberankirin. Di depoyê de zerarek madî çêbû, 2 wesayîtên zirxî jî ketin halê ku nema tên bikaranîn. Di çalakiyê de hejmara mirî û birîndaran nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC bi piştgiriya pêgerên hewayî yên bêmirov herêmên Şehîd Colemerg, Şehîd Baran, Garêya Biçûk û gundê Erbîşê bi obus, hawan û tankan ve bomberdûman kir. Ev çalakiya ku hêzên gerîlayên me pêş xistin, li hember operasyonên artêşa TC ên li herêmên Bînbîr û Geliyê Dostkî bersiv bû.
LI HEMBER QEREQOLA OREMARÊ ÇALAKIYA BI ÇEKÊN GIRAN
17’ê Cotmehê saet 10.00’an û 13.30’an hêzên gerîlayên me li hember qereqola Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê bi çekên giran çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara mirî û birîndaran nehat zelalkirin.
Ji 15’ê Cotmehê û vir ve artêşa şerê taybet a AKP’ê li herêma Sîsê ya navçeya Licê ya Amedê operasyonek berfireh daye destpêkirin. 15’ê Cotmehê saet 16.00’an û 18.00’an ev herêm da ber tank û topan, saet 00.00’an jî balafirên şer bomberdûman kirin. 16’ê Cotmehê danê sibê leşker daketin eraziyê, dest bi operasyona bejahî kirin. Hêzên gerîlayên me jî ji 3 cihên cuda ew kirin hedef û lê dan. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin. Piştre leşkerên ku ketin şehîdgehê, ev der texrîb kirin, xera kirin, derdora wê jî şewitandin. Ev operasyon 18’ê Cotmehê vekişiya. Bi hinek hevalên me re têkîliyên me qut bun. Der barê operasyonê de agahiyên gihiştin me, em ê bi raya giştî re parve bikin.
LI BEJAHIYA GUNDÊ GILBEY Ê ÇEWLIKÊ JI LEŞKERAN XEBATÊN KEŞF Û KEMÎNÊ
Ev çend rojên dawî, cerdevanên girêdayî gundê Gilbey ê Çewlikê hem li bejahiya gundê xwe hem jî derdora gundê Kûrtûlûş ê girêdayî Çewlikê, li erazî xebatên keşf û kemînan dimeşînin.
15’ê Cotmehê ji saetên sibê heta danê êvarî, pêgerên hewayî yên bêmirov li Şehîdgeha Şehîd Baran û derdora wê ya girêdayî Dêrsimê, keşf kirin. Her wiha balafirên şer jî Şehîdgeha Şehîd Baran û derdora wê, herêmên Zagê û Sirta Mala Xebat ên girêdayî dola Xarcîk bomberdûman kir. Dîsa, 17’ê Cotmehê saet 07.00’an balafirên şer li heman herêman bomberdûmanek din pêk anî.
Tevahî roja 15’ê Cotmehê, 2 pêgerên hewayî yên bêmirov keşf kirin, 2 balafirên şer jî êrîşa hewayî li hember Şehîdgeha Şehîd Baran û derdora wê pêk anî. Heman demê de herêmên Zagê û Sirta Mala Xebat ên girêdayî Dola Xarçîk jî ji aliyê balafirên şer ve hatin bomberdûmankirin. 16’ê Cotmehê saet 07.00’an balafirên şer li heman herêman careke din bomberdûman pêk anî. Piştre jî bi piştgiriya helîkopterên Kobra ve li qadê leşker danîn û dest bi operasyona bejahî kirin. Der barê operasyona didome de wê agahiyên bi detay piştre bên ragihandin.
OPERASYONA ARTÊŞA TIRK A LI KOPÊ DIDOME
Ji 12’ê Cotmehê û vir ve artêşa TC li navçeya Kop a Mûşê operasyona xwe didomîne. Carinan di navbera hêzên gerîlayên me û artêşa TC de pevçûn rû didin. Duh di agahiyên ku me ragihandibû de me gotibû gerîlayekî me yê dîl ketibû destê artêşa TC ji aliyê leşkeran ve hatibû qetilkirin.
Agahiyên sicîla hevalê me yê gihiştiye şehadetê wiha ne:
Nasnav: Hemdem Malazgîrt
Nav û Paşnav: Baran Yolûn
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayik - Bav: Cevahîr - Îbrahîm
Dîrok û Cihê Şehadetê: 13’ê Cotmehê 2015 / Mûş”