BI DÎMEN

Hiso: Komploya 15'ê Sibatê destpêka destwerdana li Rojhilata Navîn e

Nûnerê PYD'ê yê li Başûrê Kurdistanê Xerîb Hiso destnîşan kir, ku komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, destpêka destwerdana hêzên emperyalîst li Rojhilata Navîn e.

Nûnerê PYD'ê yê Başûrê Kurdistanê Xerîb Hiso diyar kir, bi komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê re dest li Rojhilata Navîn hatiye werdan û got, "Eger Rêber Apo bi komployê re ji Rojhilata Navîn nehatibû derxistin, li herêmê wê şerê îro yê mezhebî û bira, neqewimiya."

Hiso da zanîn, ku dema rêveçûna komployê tê nirxandin, derdikeve holê ku dewletên mêtînger rêbazeke ji berê ve li hemberî gelê Kurd bi kar anîne, ji nû ve xistine meriyetê û got, "Lê belê hêzên komploger vê carê rastiye ji bîr kirin; di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd bû xwedî rastiyeke nû ya rêbertiyê."

'AŞTIYA ROJHILATA NAVÎN DI NAVA PERSPEKTÎFA RÊBER APO DE YE'

Xerîb Hiso da xuyakirin, ku bi derxistina Ocalan ji Rojhilata Navîn re plana kaosê ya îro bi cih tê anîn ket dewrê û axaftina xwe wiha dewam kir: "Beriya her tiştî, ez komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li hemberî gelê Kurd hat kirin, şermezar dikim. Di dîlgirtina Rêber Apo er xwestin têkoşîna demokrasî û azadiyê ay gelê Kurd tine bikin. Xwestin vîna gelê Kurd bişikînin. Eger Rêber Apo ji Rojhilata Navîn nehatibûya derxistin, şerê îro yê mezhebî û bira, wê nebûya. Di şexsê Rêber Apo de hewl dan tevgera siyasî demokratîk û aştiyane ya li Rojhilata Navîn bê bêdengkirin. Girîng e komplo bi vî rengî were fêmkirin. Ji ber ku bîrdoziya Rêber Apo aştî û demokrasiyê tîne tevahiya Rojhilata Navîn."

'LI GORÎ KOMPLOGER DIVIYABÛ GELÊ KURD ÊDÎ NEGOTA AZADÎ'

Hiso anî ziman, ku komploya 15'ê Sibatê rêbaza dewletên mêtînger e ya ji berê ve li hemberî gelê Kurd tê bikaranîn û got, "Beriya sed salî bi peymana Sykes-Pîcot re em kirin çar parçe û statuya me ya netewetiyê ji destê me girtin. Li gorî wê peymanê diviyabû gelê Kurd bê vîn bûya. Diviyabû Kurd li nava dewletên lê hatine parçekirin biheliya û neçar bûna bi ziman û çanda wan neteweyan re bijiya. Diviyabû li ser navê Kurd û Kurdistanê tiştek nebûya. Li gorî wê planê diviyabû Kurdan êdî daxwaza maf û edaletê nekiribûna. Ji ber ku Rêber Apo ev maf û azadî û Kurdîtî ji nû ve zindî kir, li komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê rast hat."

'ASTA XWEDÎDERKETINÊ YA GELÊ KURD NEHESIBANDIBÛN'

Xerîb Hiso ragihand, k hêzên komploger dema komplo pêk anîn, asta xwedîderketinê ya gelê Kurd nehesibandin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Gelê Kurd di herikîna dîrokê de li hemberî van peymanên navneteweyî yên li dijî xwe, bi dehan caran serî rakiriye. Lê belê dewletên zalim ên ev peyman afirandin, lîderên van serhildanan bi komployan girtin û li ber çavên gel şehîd xistin. Bi vî rengî hewl dan çavê gel bitirsînin û ji têkoşînê sar bikin. Ev yek jî rêbaza înkarkirina vîna gelan e. Xwestin vê rêbazê di şexsê Rêber Apo de jî pêk bînin. Hêzên navneteweyî xwe îqna kiribûn ku bi esîrgirtian Rêber Apo re wê pêşî li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bigirin. Lê belê asta xwedîderketinê ya gelê Kurd li Rêber xwe nehesibandibûn."

'DI SERÎ DE RÊBER APO TEVAHIYA GELÊ KURD KOMPLO PÛÇ KIRIN'

Hiso herî dawî diyar kir, komplo bi hemû aliyên xwe hatiye pûçkirin û got, "Di serî de berxwedana bêhempa ya Rêber Apo di sîstema îşkenceyê ya li Îmraliyê de li hemberî faşîzma Tirk nîşan da û gelê Kurd bi bexwedan û serhildana xwe re nehiştin komplo bi ser bikeve. Dewletên komploger, asta vejînê û rewşa polîtîk a gelê Kurd nehesibandibûn. Di roja îro de tê dîtin ku komplo bi ti awayî bi ser neketiye."