Li bendê bû hilbijartinên Herêma Federal a Kurdistanê di meha îlonê de pêk bihata, lê ji ber sedema nelihevkirina di kanûna hilbijartinê de ku mafê kêmarên xrîstiyan asteng dike, taloqî dîrokeke ne diyar kirin.
Serokê Komîsyona Hilbijartina Iraqê Ferec El Heyderî, li paytextaq Hewlerê ya Herêma Federal a Kurdistanê daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku merciyên kurd hilbijartin bê dem taloq kiriye û dema ku lihevkirinek di qanûnên meclisê de pêk hat dê dîrokek nû diyar bikin.
Tê destnîşan kirin ku di qanûna hilbijartinê de xiristiyandikarin tenê dengan bidin endamên civaka xwe. Heyderî jî got ev yek mafê civaka xiristiyanan asteng dike Û got ne li gorî esasên hilbijartinên navneteweyî ne.
Çav li rê bû ku hilbijartinên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê di 27 îlonê de bihata kirin. hilbijartinên dawî di 2005’an de pêk hatibû. Ji bilî Kerkukê 14 eyaletên Iraqê di çileyê 2009’an de hilbijartin pêk anîbû.