Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê hatin beramberê hev

Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê hatin beramberê hev

Hat ragihandin ku artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê hatin hemberî hev. Du lîwayêna artêşa Iraqê xwestin dergehê Pêşxabûr yê di navbera Başûrê Kurdistan û Sûriyeyê de bigirin, lê li rastî atengiya pêşmergeyan hat.

Hat ragihandin ku artêşa Iraqê bi armanca kontrolkirina sînorê di navbera Sûriye û Iraqê de hêzek zêde ya leşkerî şandin Musilê û bi vê yekê dixwaze sînorê di navbera Başûrê Kurdistan û Sûriyeyê de kontrol bikin.

Li gorî hin îdîayan di navbera her du aliyên Pêşmerge û artêşa Iraqê de pevçûnek biçûk jî rû daye. Lê ev yek heta niha nehatiye piştrastkirin. Berdevkê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Cebbar Yawer da zanîn ku hêzên artêşa Iraqê li derdora herêma Rebîeyê hatine bicihkirin û li vê derê jî hêzên pêşmerge ne. Yawer da zanîn ku tu pevçûnek di navbera her du aliyan de neqewimiye.

Yawer da zanîn ku ev herêm ji sala 2003 ve di destê hêzên Pêşmerge de ye û ji artêşa Iraqê hatiye xwestin ku ji vê herêmê derbikevin.