Li navçeya Şirnex Cizîrê, ku êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirinê dewam dikin, hêzên dewletê yên nikarin berxwedana gel bişikînin her êrîşî sivîlan dikin. Di êrîşa li taxa Dagkapi de kesekî bi navê Adnan ê ji mejiyê xwe ve astengdar, birîndar bû. Kesê ku ji qorika xwe birîndar bû bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Hat ragihandin, ku yek kesên îro birîndar bûne xwendekarê bi navê Serhat Altûn e. Altûn danê sibehê dema hewl dida zarokekî li Taxa Cûdî birîndar bû rake, bi guleya hêzên dewletê birîndar bû.
Orhan Tûnç ê duh bi şev birîndar bû û Serhat Altûn û zarokekî navê wî nehat zanîn ên îro birîndar bûn, hînê li taxê li benda ambûlansê ne. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz da xuyakirin, ku ji bo çûyîna ambûlansê ew li gelek cihan geriya ye, lê destûr nehatiye dayîn ku birîndaran rakin. Sariyildiz got, "Dema mirov birîndar dibin, ji bo rakirina birîndaran em li qeymeqamiyê digerin. Gelek caran bersivê nadin telefona me. Dema bersivê didin jî, yekser agahiyê didin emniyetê û gulereşandin dewam dike."
Sariyildiz anî ziman ku ji bo rakirina birîndaran ew li ambûlansê geriyane û axaftina xwe wiha dewam kir: "Personelên ambûlansê li benda erêkirina emniyetê ne. Lê belê emniyet nahêlin ambûlans bi rê bikevin. Yan jî dixwazin ku birîndaran bînin heta navenda sûkê. Yên birîndaran radikin, kengî derdikevin derve, yekser rastî guleyan tên. Heta niha gelek kes di dema rakirina birîndaran de birîndar bûne."
Sariyildiz da xuyakirin ku ambûlansa duh 3 caran çû taxê ji bo birîndaran rake, lê belê ji ber gulereşandinê nekarî birîndaran rake.