Hezaran kes kevirê gorra gerîla Leheng maç kir

Hezaran kes kevirê gorra gerîla Leheng maç kir

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Onur Şal (Leheng Munzur) ku li gel 2 hevalên xwe yên din li Dêrsimê di operasyonê de jiyana xwe ji dest da li gundê Xanû yê Pulurê ji aliyê hezaran kesan ve spartin axê. Şaredara Dêrsimê Edîbe Şahîn di merasimê de axivî û got "Têkoşîna Şal têkoşîna gelê kurd a azadiyê ye. Oxir be kurê Mûnzûrê Oxir be evîndarê azadiyê yê çiyan!" Bi hezaran kes kevirê gorra gerîla Leheng maç.

Di 22'ê gulanê de li Dêrsimê pevçûn rû da û 3 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Ji bo gerîla Onur Şal (Leheng Munzur) ê ku di pevçûna li çoltara navçeya Pulura Dêrsîmê de bi 2 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da heta şeveqê li baxçeyê nexweşxaneyê nobet hate girtin. Ciwan û jinan li baxçeyê nexweşxaneyê agir hil kirin û nobet girtin. Li baxçeyê nexweşxaneyê û li ber deriyê morgê bi sedan find hatin hilkirin.

Li ber deriyê morgê bi findan nivîsa "PKK" hate nivîsandin. Li gorî baweriya Kizilbaşên Elewî yên kurd dema kesek jiyana xwe ji dest dide heta tê veşartin li dora cenaze find tên hilkirin. Bi vê yekê baweriya dê darbest ronî bibe û mirî dê ji tarîtiyê xelas bibe. Lema li ber nexweşxaneyê ji bo gerîla Şal heta serê sibê find netemirîn.

Piştî nobeta şevê cenazeyê gerîlayê HPG'ê Şal ji Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Pulurê hate hilgirtin û ji aliyê hezarkan kesan ve li gundê Xanuşê spartin axê. Di merasima cenaze de Şaredara Dêrsimê Edibe Şahin, Şaredarê Xozatê Cevdet Konak û bi hezaran kes amade bûn.

Girseyê piştî cenaze ji Nexweşxaneya Dewlete ya Pulûrê wergirtin bi dirûşmeyan şandin Gundê Xanûşayê. Karwanê ku ji 10'an maşîne pêk dihat dema di gundên li ser rê de derbas bû, ji aliyê gundiyan ve bi dirûşmeyên "Şehît namirin", "Hevalê Ocalan nemir e" û "PKK gel e, gel li vir e" hate berzkirin. Girseyê pêşî Gerîla Şal birin malbata wî û pişt re darbesta Şal li ser milê xwe kirin û birin qada gund.

Girseyê darbesta Şal danîn ser kevire Mûsallayê. Malbatê li vir destê kurê xwe hene kirin. Li vir Xizmên Onur Şal ji Pîrê gund Zeynel xwest ku beytên ku Onur jê hez dikir bixwîne. Pîr Zeynel jî li ser darbestê beyt xwendin. Pişt re Şaredara Dêrsimê Edîbe Şahîn axivî û got "Têkoşîna Şal têkoşîna gelê kurd a azadiyê ye. Oxir be kurê Mûnzûrê Oxir be evîndarê azadiyê yê çiyan! Li welat û bajarên din zarok dayik û bavê xwe dispêrin. Lê li ser vê axê dayik û bav zarokên xwe dispêrin axê. Ev êşek pir giran e. Ger ku li welatekî di sermahiya zivistanê û qelandina germa havînê de li çiya mirov jiyana xwe ji dest bide ev têkoşîn ne vala ye. Gelê kurd dê her tim li têkoşîna zarokên xwe xwedî derkevin."

Qurnefil danîn ser darbesta Onur Şal. Piştî axaftinan girsê darbesta Şal danîn ser milê xwe û birin goristana gund. Pişti girsê darbesta Şal li ser milê xwe kirin û birin goristanê bi girseyî spartin axê. Piştî spartinê ji bo hemû kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Li ser gora Şal xwişka Şal Rojin Şal, zimêr lorandin û wiha got: "Bila çavê wan derkeve. Birayê min ji min qetandin. Niha birayê min defin dikin. Min ji birayê min neqetînin. Girsê piştî li ser gorê dua xwenin kevirê gorê maci kirin û ji ser gorrê belav bûn.