Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Çetîn Kirimizi (Nasir Cîhan) li gundê Qardoganê ji aliyê bi hezaran kesî ve bi zimêran hat veşartin. Xizmên Kirmizi ji bo ji vir û pê de dayîk negirîn banga rawestandina operasyonan li hikûmeta AKP'ê kirin.
Ji 2 gerîlayên ku di pevçûna 9'ê hezîranê li bejahiya Giyadîna Agiriyê de jiyana xwe ji dest dabûn Çetîn Kirmizi (Nasir Cîhan) li gundê jê dayîk bûye Qardogana navçeya Erdîşa Wanê ji aliyê bi hezaran kesî ve bi zimêran spartina axê.
Cenazê Kirmizi şevê din anîn Eganisê. Piştî ku wecibên olî hatin pêkanîn îro Parlementerên BDP'ê yên Wanê Nazmî Gur, Ozdal Uçer, Rêvebirên BDP'a Wan û navçeyên wê Serokê Şaxa MEYA-DER'a Wanê Îbrahîm Alkan, Serokê BDP'a Eganisê Veysel Keser, Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş û Endamên Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê jî di nav de bi hezaan kes vê sibê cenazeyê Kirmizi wergirtin û bi karwanek ku ji sedan wesayîtî pêk tê ber bi gundê wî Qardoganê ve bi rê ketin.
Karawana ku bi rengên kesk û sor û zer hat xemilandin hê 2 kîlometre dûrî gund ji aliyê welatiyan ve bi tepsiya hine û zimêran pêşwazî kirin. Balkêş bû ku jinan destên xwe hine kirin. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, posterên Kirimizi û alên PKK û KCK'ê hatin vekirin. Hemû welatiyan wêneyên Kirimizi bersingên xwe vekirin.
'BIRAYÊ MIN ŞEHÎDÊ AZADIYÊ YE'
Piştî ku li goristana gundê Qardoganê nimêja cenaze hat kirin xwîşka Kirmizi Kewê Kirimizi ji bo kes negirî hişyarî kir. Kirmizi got; "Dema ku birayê min çû çiyayan bi hewayê şox û şengê çû. Lewma bila cenazeyê wî jî bi hewayê şox û şengê be. Birayê min şehîdê azadiyê ye. Ez naxwazim ji vir û pê de kesek bimire." Piştre cenaze bi zimêr û çepikan hat veşartin. Xizma Kirmizi Nurcan Erbag jî ji bo ji vir û pê de dayîk negirîn banga bidawîkirina operasyonan li hikûmeta AKP'ê kir û got; "Bi operasyonan dixwazin dayîkên kurd bidin girîn.
‘EM Ê DI RIYA HAVALÊ XWE KIRMIZI DE BIMEŞIN’
Piştî Kirmizi spartin axê deqîqeyek rê hat girtin. Serokê Şaxa MEYA-DER'a Wanê Îbrahîm Alkan li vir xîtabî girseyê kir û wiha axivî: "Heke zimanê çiya û kevirên li Newala Zîlanê hebûya dê ev zilma li ser gelê kurd vegotibûya. Tevlîbûna van hevalên me ya têkoşînê ne tesadûfî ye. Ji vir û pê de heta pirsgirêka kurd çareser nebe em jî di riya rêhevalê xwe Kirimizi de bimeşin."
'OCALAN LI ÎMRALIYÊ GELÊ KURD LI QADAN LI BER XWE DIDIN'
Piştî axaftinên hatin girtin girse berê xwe da mala şînê. Piştî meşa ku bê navber dirûşme hatin berzkirin Parlementerê Wanê Ozdal Uçer axivî û got; "Qasî ku em bêdeng bimînin dê berdewam cenaze bên. Êdî bes e ma em ê heta kengî bibin şahidên mirinan. Berpirsyarê hemû komkujî û mirinan hikûmeta AKP'ê ye." Nazmî Gur jî wiha axivî: "AKP ji bo gelê kurd teslîm bigire polîtîkayên xwe yên qirêj xistine meriyetê. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê girtin. Operasyonên qirkirina siyasî li ser gelê kurd ferz dikin. Ocalan li Îmraliyê gelê kurd jî li qadan liber xwe didin."
Piştî axaftinan girseyê sersaxiya malbata Kirmizi xwest û belav bû.