Heyeta PE: Piştî hevdîtinan fikarên me zêdetir bûn

Heyeta PE ji bo terora dewleta Tirk a li Kurdistanê, qedexeya derketina kolanan li herêmê lêkolîn bikin û ji bo hevdîtinên cur bi cur hatin Mêrdînê, piştî çend hevdîtinan bal kişandin ku fikarên wan hê zêdetir bûne.

Heyeta Parlamentoya Ewropa (PE) ji bo terora dewleta Tirk a li Kurdistanê, qedexeya derketina kolanan li herêmê lêkolîn bikin û ji bo hevdîtinên cur bi cur hatin Mêrdînê, piştî çend hevdîtinan bal kişandin ku fikarên wan hê zêdetir bûne.

Heyeta PE ya ji 13 endamên ku di nav de Hevserokê Partiya Keskan Manîco Frassonî, Parlamentera PE Ska Keller, Helga Turelî, Jesep Marîa Terrîcabras, Tatjana Zdanoka û Rebece Harmis ji bo lêkolînkirina terora dewleta Tirk a li ser Bakurê Kurdistanê li herêmê lêkolîn bikin hatin Mêrdînê. Piştî hevdîtinan li gel Şaredariya Bajarê Mêrdînê, Waliyê Mêrdînê û Wezareta AKP’ê ya bajarê Mêrdînê û şûn de li salona civînê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de parlementera PE’yê Ska Kaller axivî û diyar kir ku ji bo bûyerên li Kurdistanê tê jiyîn di cih de lêkolîn bikin hatine Mêrdînê. Kaller wiha anî ziman: “Li vir em ji ber îxlalkirina mafên mirovan û azadiyan bi gûman in. Ji bo vê me li Mêrdîn û Amedê hevdîtinên cur bi cur li dar xist. Di vê çarçoveyê de, îro me bi hevşaredarên Mêrdîn, Nisêbîn û Cizîrê re hevdîtin kirin. Em bi Waliyê Mêrdîn û nûnerê AKP’ê yê Mêrdînê re jî civiyan. Piştî van hevdîtinan û şûn de gûmanên me hê jî zêdetir bûn. ji ber ku me dît hikûmeta AKP’ ê ji bo pêvajoya aştiyê ne amadeye. Em dizanin li hember sivîlan şidet tê meşandin. Ev şidet divê demildest bi dawî bibin. Ji bo vê em li vir bang li hemû partî û mirovan dikin; careke din vegerin pêvajoya aştiyê. Ji ber ku ti caran şidet nebûye çareserî. Hevdîtinên me wê bi Rêxistinên Civaka Sivîl re bidomin.”

Piştre Hevseroka Koma Keskan a PE Monîca Frassonî axivî û da xuyakirin ku ji beriya niha di demekî kin de li Tirkiyeyê hevdîtinên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û hevdîtinê aştiyê, mafê mirov û azadiyê gavên girîng bûn û wiha anî ziman: “ Em ji bo piştgiriyê bidin kesên têkoşîna azadiya û aştiyê dikin li vir amade bûne. Em pir xemgîn in ku pêvajoya aştiyê bi vî awayî dawî bû. Em hê jî fêm nakin çima ev pêvajo bi dawî bûye. Bêdengbûna Yekîtiya Ewrupa ya li hember vê rewşa li Kurdisatanê tê jiyîn şermezar dikin.”

Parlementerê PE Josep Marîa Terrîcabras jî diyar kir ku em pir keyfxweşin ku li vir amande ne û bûyrên ku tên jiyîn li cihê wan lêkolîn kirin, PE bûyerên li Tirkiyeyê tên jiyîn pir mereq dikin. Terrîcabras daxwaz kir ku diyalog û muzakere ji nû de bên destpêkirin û bêyî ku dem bê windakirin bikevin meriyetê.
Parlemeterê Fîlandiya Ozan Yalan diyar kir, ji bo bûyerên tên jiyîn bizanin hatine, daxwaza ku hemû alî li ser heman maseyî kom bibin hat kirin û anî ziman ku her kes bila wek hev û yeksan jiyan bike.

Parlementera AP’yê Helga Trupel jî axivî û da xuyakirin ku li hember gelê Kurd şidet tê meşandin û di vê mijarê de deweta Tirk rexneyên li ser xwe napejirîne û wiha got: “ Di serî de hemû cure şidetê em şermezar dikin. Şideta li hember sivîlan bi ti awayî nayê pejirandin. Em bang li her dû aliyan dikin, demildest pêvajoya aştiyê bidin destpêkirin.”

Piştî daxuyaniyê li ser navê heyetê Kaler bersiva pirsên daxuyaniyê da, Keler anî ziman ku kuştin sivîlên li Kurdistanê li PE tê şopandin û bûyerên tên jiyîn wê bikin ropor. Keller got ku ji bo bûyerên li vir tên jiyîn bên dîtin wê bêxin rojeva parlementoyê û divê parlemento li hember van bûyeran bêdeng nemîne.