Heyeta Koma Keskan a PE li Mêrdînê ye

Heyeta Partiya Keskan a Ewropayê, ku ji bo lêkolînkirina komkujiyên li Kurdistanê hat Mêrdînê, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Febrûniye Akyol Akay ziyaret kir.

Heyeta ji Hevseroka Koma Keskan a Parlamenta Ewropayê (PE) Rebecca Harms, parlamenterên Ewropayê Ska Keller, Helga Trupel, Josep Marîa Terrîcabras, Tatjana Zdanoka û Monîca Frassonî, ji bo komkujiyên li Kurdistanê tên kirin lêkolîn bike, hat Mêrdînê.

Heyetê di destpêkê de Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ziyaret kir û bi Hevşaredara Bajarê Mezin Febrûniye Akyol Akay re rûnişt. Di hevdîtinê de Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaay û Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret ên ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfeyê hatin girtin, amade bûn. Akay di hevdîtinê de bal kişand ser rewşa şer û qedexeya derketina derve û anî ziman ku piştî pêvajoya çareseriyê di Nîsana 2015'an de hat qedandin û pirsgirêka Kurd tine hat hesaibandin, şer destpê kir. Akay da zanîn, bi qedexeya derketina derve re li navçeya mirovên sivîl hatin qetilkirin û got, "Mirovên me neçar man koç bikin. Li cihên qedexe lê nînin jî mercên jiyanê gelekî zehmet e." Ji heyetê Ska Keller jî anî ziman ku ji bo rewşê li cih bibîne û fêm bike, ew hatine.

Hevdîtin piştre li çapemeniyê girtî dewam kir.