Heyeta HDP’e û DBP’ê li Nisêbîn û Dêrikê lêkolîn kirin
Heyeta HDP’e û DBP’ê ya li navçeya Nisêbîn û Dêrikê ya Mêrdînê lêkolînan dike, da xuyakirin ku piştî tespîta xisaran wê xebatên avakirinê destpê bike.
Heyeta HDP’e û DBP’ê ya li navçeya Nisêbîn û Dêrikê ya Mêrdînê lêkolînan dike, da xuyakirin ku piştî tespîta xisaran wê xebatên avakirinê destpê bike.
Heyeta HDP’e û DBP’ê ya li navçeya Nisêbîn û Dêrikê ya Mêrdînê lêkolînan dike, da xuyakirin ku piştî tespîta xisaran wê xebatên avakirinê destpê bike.
Heyeta HDP’e û DBP’ê ya ku Parlamenterên HDP’ê yên Mêrdînê Erol Dora û Gulser Yildirim jî di nav de, li navçeyên Nisêbîn û Dêrikê yên Mêrdînê ku bi rojan qedexeya kolanan berdewam kir, lêkolîn kir.
Heyet li taxên Firat, Abdûlkadîrpaşa, Yenîşehîr û Dîcle yên Nisêbînê yên ku şer bi awayakî herî dijwar li van taxan qewimîbûn, geriya, li kolanên rastî terora dewletê hatine lêkolîn kirin. Heyet li malên xerabûyî û dikanan, li kolanên veguheriye xirbeyan ên ku wesayîtên şarederiya hatiye şewitandin lê ne, bi gel re hate cem hev, têkîldarî bûyeran agahî stand.
Li navçeyê, ji ber êrîşan binesaziya cade û kolanan jî zerar dîtiye, avên ji şebekeya avê ya xisar dîtiye herîkiye û li navbera kolanan avkomên biçûk çêkiriye. Li kolanên ku dîrekên elektrîkê yên beton qulubîne, bi dehan wesayîtên bûne hedafa guleyan û hatine şewitandin hene.
Heyet piştî lêkolînên li Nisêbînê derbasî navçeya Dêrikê bû, bûyerên di domahiya 8 rojên qedexeyê di cih de lêkolîn kir. Heyeta ku ji şaredariyên Bajarê Mezin û Qoserê jî ekîbek teknîk tevlî bû, taxên Dag, Kale û Cevîzpinar ziyaret kir. Hate diyarkirin ku piştî li taxan lêkolîn bê kirin, daneyên hatine komkirin bi raporekê wê ji saziyên têkîldar re bê şandin.
Sekreterê Giştî yê Şaredariya Mezin a Mêrdînê têkîldarî xebatên tamîrkirinê yên navçeyan de agahî da û wiha got: “Ev dîmenên bi qedexeyê re li Dêrik û Nisêbînê pêk hatine ne mimkûn e ku tenê bi butçeya şaredariyê çareser bibe. Di vê mijarê de divê hikûmeta navendî AFAD’ê jî bixe dewrê. Tevî bêderfetbûnan jî çi wezîfeyên bikeve ser milên me, ji bo şertên jiyana mirovî bê avakirin û sererastkirin wek Şaredariaya Mezin û şaredariyên navçeyan, em ê xebatên xwe bimeşînin.”