Heyeta DYA’yê li Wargeha Penaberan a Mexmûrê hevdîtin pêk anî

Heyeta DYA’yê li Wargeha Penaberan a Mexmûrê hevdîtin pêk anî

Ji Balyozxaneya DYA (Dewletên Yekbûyî yê Amerîka) ya Bexda û Hewlerê heyetek ji bo çavderiyê hatin Wargeha Penaberan Mexmûrê ya Şehîd Rustem.

Îro di saet 9.30’an de li Şaredariya Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi beşdariya endamên Meclîsa Gel a Demokratîk, Meclîsa Îştar, Şaredarî û Têkiliyên Derve ya Wargehê bi heyeta DYA ya ji Balyozxaneya Bexda û Hewlêr pêk dihat hevdîtinek çêbû. Hevdîtin bi berpirsiyarê Kar û Barê Penaberan a Balyozxaneya DYA ya Bexdayê, Encellîna Sam û Berpirsiyarê Siyasî yê Balyozxaneya Hewlêr a DYA’yê Kîs Fîneş pêk hat.

Armanca hevdîtinê rewşa gel û Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem ji nêz ve şopandin bû. Di hevdîtinê de piranî li ser rewşa gel a li wargehê hat rawestîn û pirsgirêkên gel hatin destgirtin.

Li ser navê Meclîsa Gel a Demokratîk Hevserokê Meclîsê Yûsif Kara mafê axaftinê girt û bal kişand ser pirsgirêk û rewşa gel a siyasî û bi gotina, berî niha bi 18 salan çi zilm hebû îro jî heman tişt li ser gelê Kurd tê meşandin û li Tirkiyeyê hîn jî gelê Kurd rastî zilm û çewisandinê tê û polîtîkayên DYA’yê yên di mijara Tirkiyê de rexne kirin. Kara her wiha xwest ku bê zanîn hebûna wan a li vir ji ber kiryar û pêkanînên ku hîn li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê tên meşandin in.

Di hevdîtinê de pirsgirêkên jinan jî hatin destgirtin û di vê mijarê de ji endama Meclîsa Îştar Fadîle Tok agahî hatin wergirtin. Fadîle Tok da zanîn ku ew pirsgirêkên jinan di bin banê Meclîsa Îştar de çareser dikin û eger hewce bike wan pirsgirêkan bi Meclîsa Gel re hevbeş digirin dest û çareser dikin. Tok her wiha li ser rewşa tenduristiya jinan jî sekinî û xwest di vê mijarê de hin zêdetir alîkarî bê dayîn.

Piştî hevdîtinê heyeta ji Berpirsiyara Kar û Barê Penaberan a Balyozxaneya Bexdayê a DYA Encellîna Sam û Berpirsiyara Siyasî yê Balyozxaneya Hewlêrê ya DYA Kîs Fîneş pêk dihat, hin saziyên wargehê yên wek Navenda Çand û Hunerê û Weqfa Jinan a Wargehê ziyaret kir. Der barê kar û xebatên wan de agahî wergirtin.