Heyeta DBP,HDP û KNK’ê ji bo lêkolînan li Silopyayê bû
Hevserokê DBP’ê Kamûran Yuksek ê ku li gel Nûnerên KNK’ê ji bo lêkolînê li Silopiyayê bûn, diyar kirin ku dewleta Tirk li hember berxwedana gelê Kurd winda kiriye.
Hevserokê DBP’ê Kamûran Yuksek ê ku li gel Nûnerên KNK’ê ji bo lêkolînê li Silopiyayê bûn, diyar kirin ku dewleta Tirk li hember berxwedana gelê Kurd winda kiriye.
Hevserokê DBP’ê Kamûran Yukesk ê ku li gel Nûnerên KNK’ê ji bo lêkolînê li Silopiyayê bûn, diyar kirin ku dewleta Tirk li hember berxwedana gelê Kurd winda kiriye.
Endamê KNK Kwestun David wiha anî ziman: “Ji bo Kurdistanê ji nû ve ava bikin, em ê bi hev re têkoşînê berdewam bikin.”
Heyet destpêkê çû avahiya Wezareta HDP’ê ya navçeya Silopiyayê, bi gel re hatin cem hev. Di dema ziyaretê de Hevserokê DBP’ê Kamûran Yuksek axivî û diyar kir, dewleta Tirk bi hişmediyekî ku mafê gelê Kurd nasneke tevdigere û êrîşî tevahî erdnîgariya Kurdistanê dike. Yukesk wiha got: “Ev şer ne tenê li Silopiya, Sûr û Cizîrê ye. Şerekî topyekun li hember çar parçeyên Kurdistanê tê meşandin. Êrîşên li ser Rojava nîşaneyên vê yekê ne.”
DAVÎD: JI BO KURDISTANÊ JI NÛ VE AVA BIKIN EM Ê LI GEL HEV TÊKOŞÎNÊ BIMEŞÎNIN
Piştî axaftina Yuksek nûnerê KNK’ê Kwestûn Davîd mafê axaftinê girt û berxwedana gelê Bakûrê Kurdistanê silav kir, Davîd wiha anî ziman: “ Ji bo avakirina Kurdistanê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em weke KNK, li ku derê zilm, zext li ser gelê me hebe, em ê li wir piştgiriya gelê xwe bikin û em ê cih li gel gelê xwe bigirin. Gelê Kurd ji bo têkoşînê zarokên xwe kirine qurban. Bila baş bizanin ku bi qetlîaman nikarin gavê bi şûn de bidin avêtin.”
Piştî axaftinan heyet ber bi taxên ku êrîşên dijwar pêk hatine ji bo lêkolînkirinê bi welatiyan re axivîn. Wê lêgerîn û lêpirsîna heyetê sibehê jî bidome.