Heyeta çûne herêma pevçûnê gihiştin Geverê

Heyeta çûne herêma pevçûnê gihiştin Geverê

Heyeta ku ji hevserokên KCD'ê û BDP'ê parlementerên BDP'ê, nûnerên partiyên siyasî pêk dihat ji bo bûyerên li Şemzînanê diqewime di cih de lêkolîn bikin çûbûn heremê, vegeriyan Geverê û şeva xwe li Geverê derbaz kir.

Heyeta ku ji hevserok û serokên giştî yên BDP'ê, KCD'ê, ESP, EMEP û ODP pêk dihat ji bo texrîbatên di pêvçûnên ji 23'ê tîrmehê ve li gundên Nehrê, Rûbinûs û Navrezan dom dike di cih de lêkolîn bikin çûbûn Şemzînanê vegeriyan Geverê. Parlementerên ku demjimêrên êvarê derketin sûkê bi hemwelatiyan re goftûgo kirin. Hevseroka KCD'ê û Parlementera Serbixwe ya Wanê Aysel Tûglûk ji girseya ku li navenda navçeyê civiyan re axaftinê kir. Tûglûk derbarê lêkolîna xwe yê li Şemzînanê anî ziman û bang li Serokwezîr Erdogan û hikumeta AKP'ê kir. Tûglûk wiha got: "Fermo werin Geverê. Werin Şemzînanê. Ka dê we vê serhildanê xilas kiribûya? Werin gelê Geverê û gelê Şemzînanê bibînin. Em dê bi serhildana xwe û têkoşîna xwe azadiyê bîn in. Tê Kurdistan bi berxwedana we, bi berxwedana Şemzînanê azad bibe."

'KES NIKARE MEŞA AZADIYA GEL BISEKINÎ NE'

Tûglûk diyar kir ku, meşa azadiya gelê Kurd destpê kir û dê tu kes nikaribe vê meşî bisekinî ne û wiha dawî li axaftina xwe anî. "Hûn nikarin vê meşa azadiya gelê Kurd rawestînin. Tu tanq, top, teyarên we dê nikaribe vê meşa bi rûmet rawestîne. Yê li vê gelî zilm bike tê têk biçe." Tûglûk da zanîn ku, dê ew di 26'ê tebaxê de li Geverê mitîngek bê lidarxistin û banga beşdarbûnê kir. Piştî daxûyaniyê girse dirûşmeya "Bijî Serok Apo" avêt û belav bû.

Heyetê dê biçin gundê Roboskiyê ya Qilebana Şirnexê.