Reşo Gabar, Gelhat Cîlo û Dijwar Kombanî… sê xwîşk û bira ne. Piştî bi salan li çiyayên Kurdistanê di nava refên gerîlayan de digihin hev û dilxweşiya vê yekê dijîn.
Piştî komploya navneteweyî ya di sala 1999’ê de li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, xwîşk û birayên bi navê Reşo Gabar û Gelhat Cîlo ji Rojavayê Kurdistanê bi hev re tevlî nava refên gerîlayan dibin. Gerîla Reşo keyfxweşiya xwe ya gerîlatiya kek û birayê xwe di nava jiyana gerîlatiyê de wiha şîrove dike::
“Komploya di sala 1999 de li hemberî Rêber Apo pêk hat, em anîn çiyayan. Min û birayê xwe wê salê biryar dan ku tevlî nava refên gerîlayan bibin. Lê me piştre dît ku bi dehan hevalên me berê tevî xwîşk û birayên xwe tevlî nava refên gerîlayan bûne. Gava ku me vê yekê dît em jî pir keyfxweş bûn. Min û birayê xwe bi hev re çend mehan perwerdehiya bingehîn a gerîlaytiyê dît. Piştî perwerdehiyê em ji hev veqetiyan û me xatir ji hev xwest. Piştre me çend caran hev dît.”
“DU DILŞADÎ BI HEV RE DIJÎM”
Gava gerîla Reşo di sala 2008 de diçe çalakiyekê di rê de li rastî birayê xwe yê biçûk Dijwar Kobanî tê. Reşo birayê xwe bi unîformayên gerîlayan ve dibîne û wiha qala wê kêliyê dike:
“Min nedizanî birayê min tevlî gerîlayan bûye. Gava min dît, min pêş nas nekir. 9 sal bûn me hev nedîtibû. Gava ez bûm gerîla birayê min di temenê xwe yê zarokatiyê de bû. Lê wî min ez nas kirim. Me hev du hembêz kir. Hemû hevalan l ime dimeyzandin. Ew jî bi qasî me dilşad bûn.du dilşadî bi hev re dijiyam. Pêşniyara min a ji bo tevilbûna çalakiyê hatibû qebûlkirin, gava min birayê xwe jî di nava koma çalakiyê de ez pir keyfxweş bûm. Min birayê xwe yê din çend caran didît, lê ji sala 2008 ve ev cara yekem Dijwar dibînim."
“XELAYÊN MIN PÊK HAT”
Gerîla Dijwar ku rêça her du kekên xwe şopandiye, di sala 2007 de tevlî nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê bûye. Dijwar Kobanî dibêje:
“Kekên min pir bandor li min kirin û ez tevlî nava refên gerîlayan bûm. Ev yek jî bû sedem ku ez rêxistinê baştir nas bikim. Xeyala min a herî mezin ew bû ku ez di nava têkoşîna azadiyê de weke gerîlayekî têbikoşim. Ez jî weke bi hezaran hevalên xwe yên li çiyayên Kurdistanê têdikoşim, bi heyecan û keyfxweş im. Di sala 2008 de ez jî ji bo tevlî çalakiyekê bibim, ez jî di nava komek a gerîlayan de bûm. Lê ez li rastî birayê xwe hatim. Her çendî 9 sal derbas bibûm, min çawa dît, mine w nas kir. Ez ewqas mat mam, min nedizanî çi bikim. Birayê min aramtir bû. Hat cem min û got ‘Tu tam bûyî gerîlayek heval’ û ez hembêz kirim. Hevalên me yên li derdora me jî bi qasî me keyfxweş û bi heyecan bûn. Ew roj rojek ewqas xweş bû, ez nikarim qal bikim. Ji ber ku ez hem diçûm çalakiyê û hem jî min piştî salan kekê xwe dît.”