Pevçûnên li bejahiyên Gewriyazînê û Xaranî yên navçeya Şemzînan ya Colemêrgê berdewam dikin û gelek tîmên taybet û cerdevan sewqî herêmê hatin kirin. Hêj tu agahî ji 17 tîmên taybet yên ji duh ve winda ne nayên girtin û şewata ji ber bombebaranê destpê kir bedewam dike.
Pevçûna di 24'ê tîrmehê de li bejahiya Gewriyazînê û Xaranî yên di navbera mezrayên Navrezan û Rûbûnûs ên gundê Nehrî yên navçeya Şemzînana Colemêrgê dest pê kir berdewam dike. Herêm her tim ji aliyê helîkopterên kobra û balafirên şer ve tê bombe barankirin. Ji ber bombeyên ji 34'emîn Tabûra Sînor ve raste rast tên avêtin û nêzî mezraya Yukarî Yîgîtler ya gundê Kelaşkê dikevin ewlehiya can tuneye.
HERÊMÊ RASTE RAST TÊ BOMBEBARANKIRIN
Welatiyên mezrayên Begerde, Muşe û Tuvayê yên ji ber pevçûnê gundên xwe berdan hêj vengeriyane malên xwe û şivanên Tuva û Muşe jî duh piştî nîvro vegeriyan mezraya Gerketeyê. Leşkerên nikarin bikevin qada pevçûnê û ji bo kontrola gêrîlayên HPG’ê bişkênin herêmê raste rast bombe dikin û ji ber vê yekê şewata daristanê destpê kir. Di dema operasyonê de baxçeyên gundiyan hatin taxrîpkirin û ji ber bombebaranê gelek sewalên gundiyan telef bûn.
HÊJ AGAHÎ JI 17 TÎMÊN TAYBET NAYÊ GIRTIN
Hate hînbûn ku ji 17 tîmên taybet ên duh tu agahî ji wan nehate girtin hêj agahî jê nayên girtin. Li gorî agahiyên gundiyan dayîn tîmên taybet bi helîkopter birin herêma pevçûnê û tîmên taybet ji aliyê gêrîlayên HPG’ê ve çep û rast gulebaran kirin.
Dîsa li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatin girtin li herêma 17 tîmên taybet û gêrîlayên HPG’ê ya pevçûnê duh piştî nîvro di bin kontrola 2 helîkopterên kobra de helîkoptereke skorskî hinek tişt birin. Hate ragihandin ku her 2 helîkopter ji aliyê gêrîlayan ve hatin gulebarankirin û helîkopterekê darbe xwar û bi awayeke lezgîn li 34'emîn Tabûra Sînor hate danîn.
GELEK CERDEVAN Û LEŞKER SEWQÎ HERÊMÊ HATIN KIRIN
Hate zanîn ku ji Qerqola Bedeve gelek leşker û cerdevan ber bi herêma operasyonê ve hatin sewqkirin. Hate hînbûn ku ji bejahiyên Xaranî, Gewriyazînê ya gundê Nehrî ya pevçûn lê berdewam dikin ji Gever û Şemzînan yekîneyên seyar yên leşkeran hatin şandin. Ketin û derketina herêma Rûbarokê ya Şemzînan ya sivîlan ji aliyê leşker û polîsan ve tê astengkirin. Li Midûriyeta Polîsan ya Şemzînan û avahiyên cemaweriyê bi sedan tîmên taybet lê tên sekinandin.
Hêjayî gotinêye ku duh jî HPG’ê daxuyaniyek nivîskî da û aşkera kir ku, li navçeya Şemzînana Colemêrgê di şerê navbera gêrîlayên HPG’ê û leşkerên artêşa Tirk yên derketine operasyonê de 30 leşker hatine kuştin, 4 gêrîlayên HPG’ê jî jiyana xwe jidest dane.