Edîtorê Kovara Kurd-Îsraîlê, ku li Hewlêrê tê weşandin,wenda ye û tu agahî jê nayên girtin.Rojnamevanê Kurd ê bi navê Mewlûd Afend, xelkê Rojhilatê Kurdistanê ku edîtorê kovara Îsraîl- Kurd e, ji 8’ê hezîranê ve wenda ye.
Hat ragihandin ku Afend ji bo serdanekê çûye Silêmaniyê û di wê demê de wenada bûye. Hat îdîakirin ku gava di 13’ê hezîranê de telefonî Afend kiriye, jinek bi Farsî axîviye û bersiva telefonê daye. Ji ber wê jî guman heye ku Afend, ji aliyê rêxistina sîxûrî ya Îranê " Îtilaatê'' ve hatibe revandin.
Komeleya Metro Center a li Başûrê Kurdistanê ji bo parastina mafê rojnamevanan dixebite, bi daxuyaniyekê helwesta xemsariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li hemberî çarenûsa Mewlûd Afend rexne kir.
Metro Center diyar kir ku Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê û Asayîşa Herêma li hemberî wendabûna Afend xemsar e û xwest li pey bûyerê bikeve ji bo lêkolînkirina bûyerê lêkonek baş bê kirin û encama wê were aşkerekirin.
Beriya niha, Îranê Herêma Kurdistanê bi peywendiya bi Îsraîlê re tawanbar kiribû, lê Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ve îdîa red kirin. Rojnamevanên Sînornenas, di daxuyaniya xwe de bang li Rêveberiya Başûrê Kurdistanê kir û ji bo peydakirina Afend hemû derfetên xwe bixin dewrê.
Meseleya Îsraîlê ev demek dirêj e yek ji nakokiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de ye. Herî dawî, di 5’ê gulanê de Sefîrê Îran ê Hewlêrê rêvebeiya Barzanî bi malovanîkirina sîxûrên Îsraîlê tawanbar kiribû.
Parlementerê Îranî, Îsmaîl Kuseyrî di daxuyaniyekê da ku dabû rojnameya El Alamê, de gotibû; “Divê kesên rejîma siyonîst li ser axa xwe dihewînin baş bizanin dê ziyanê bibînin” û Başûrê Kurdistanê kiribû hedef.
Lê belê Rêveberiya Herêma Kurdistnaê dabû diyarkirin ku li ser xaka Başûrê Kurdistanê tu xebatên Îsraîlê tune ne.
Ji aliyê din, wezareta Îtilaata Îranê di daxuyaniyekê de ragihand, ku kesên peywendîdar bi Îsarîlê re, ku di terora zanayên etomiyên Îranê de dest hebûne girtine. Tê payîn ku Mewlûd Afend yek ji wan kesan be.
Dawûd Baxistanî, Serokê saziya Ýsraîl-Kurd, ku niha li Tirkiyeyê dijî di nameyekê de ji bo ragehandinan de, diyar kiribû ku sedema rewandina Afend ji aliyê Îtilaata Îranê ve heye. Û ji hêzên parastina herêma Kurdistanê daxwaz kiribû ku wan ji rewşa Mewlûd Afend agahdar bikin.
Baxistanî diyar kiriye ku ger ew daxwaza wan neyê qebûlkirin, dê meselê ji dadgeha navneteweyî re ragihînin û greva giştî dest pê bikin.
Berpirsê têkiliyên saziya Îsraîl-Kurd, Şêrzad Omer di daxuyaniyekê de, gotinên Dawûd Baxistanî red kirin û hebûna peywendiya Baxistanî bi saziya xwe re ragihand. Omer herwiha sedema rewandina Afend ji aliyê Îtilaata Îranê we derewand.
Saziya Israîl-Kurd ji aliyê Dawûd Baxistanî we bi armanca dostaniya Kurd û Ýsraîliyan de hatiye damezirandin. Sazî kovarekî bi heman navî li başûr çap dike û diweşîne.