Hewldana êrîşê ya çeteyan hat şikandin
Şervanên YPG/YPJ'ê li başûr û başûrrojavayê Kobanê hewldana êrîşê ya çeteyên DAIŞ'ê şikandin û li rojavayê bajêr jî dest bi operasyonê kirin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê li başûr û başûrrojavayê Kobanê dest bi rêze êrîşan kirine û da zanîn ku şervanên YPG/YPJ'ê jî li rojavayê Kobanê derketin operasyonê.
Di daxuyaniya YPG'ê de hat gotin, "Komên çeteyan şevê din êrîş birin ser gundê Sina yê li başûrrojavayê Kobanê. Bi destwerdana hêzên me re li qadê şerekî dem kurt qewimî. Li vê qadê qasî hat zelalkirin endamekî çeteyan hat kuştin. Piştî şer komên çete yên dixwaetin êrîş bikin, neçar man ji qadê birevin.
Komên çeteyan li dijî gundê Maxaretên ê li başûrê Kobanê jî êrîşek lidar xistin. Çeteyan bi çekên giran û topên hawana, bombebaraneke dijwar birin li ser çeperên hêzên me yên li vê gundî. Piştî bombebaran jî çeteyan hewldan ji erdê êrîş bikin. Hêzên me derbên xurt li çeteyan dan û çete ji qadê reviyan."
Di dewama daxuyaniya YPG'ê de ev agahî hat dayîn:
"Hêzên me şevê din li nêzî gundê Şêxler ê li rojavayê Kobanê operasyonekî pêk anîn. Hêzên me komeke çeteyan a ku di nava tevgerê de bûn, li aliyê rojavayê Çemê Firatê dîtin û li hemberî wan çalakî lidar xistin. Di encama êrîşê de bi qasî hat zelalkirin endamekî çeteyan hat kuştin."