Hevserokên HDP'ê yên Êlihê: Yekî ji Îzmîrê nikare Êlihê bi rêve bibe!

Hevserokên HDP'ê yên Êlihê Fatma Kapaligoz û Îkram Îrgî diyar kirin ku bi girtina hevserok û parlamenterên wan ve li Êlihê zext zêdetir bûne. Hevserokan destnîşan kirin ku kesekî ji Îzmîrê nikare Êlihê bi rêve bibe.

Hevserokên HDP'ê yên Êlihê Fatma Kapaligoz û Îkram Îrgî diyar kirin ku bi girtina hevserok û parlamenterên wan ve li Êlihê zext zêdetir bûne. Hevserokan destnîşan kirin ku kesekî ji Îzmîrê nikare Êlihê bi rêve bibe.

Hevserokên HDP'ê yên Êlihê Fatma Kapaligoz û Îkram Îrgî geşedanên siyasî û xebatên partiya xwe ji ANF'ê re nirxandin.

Hevseroka HDP'ê ya Êlihê Fatma Kapaligoz  diyar kir ku AKP'ê piştî 7'ê Hezîranê tehamulî serketina HDP'ê nekiriye û tiştên ku diqewemin ji ber vê yekê ye û wiha berdewam kir: "Bi tayînkirina qeyûmê li Êlihê ve me ev yek careke din dît. Qeyûmê ku beriya cejnê hat tayînkirin ewil êrîşî polîtîkayên jinê kir. Li Êlihê saziyên ku ji bo jinan dixebitin yek bi yek hatin girtin. Li vir di esasê xwe de nêrîna xwe ya li hemberî jinan nîşan dida. Me wekî jin ev polîtîka qebûl nekir û em ê di çarçoveya demokratîk de têkoşîna xwe bidomînin. Niha em partiya ku ji bo maf û azadiyan têdikoşin e. Berê jî xizmeta şaredariyê ya ku rojekî wesayît ji bo jinan bêpere kir bû mijara dozê. Êm dibêjin êdî bes e. Em ê li her qadê têkoşîna vî bidin."

'EM Ê LI TAXAN BELAV BIBIN'

Kapaligoz têkîldarî girtina hevserok û wekîlên HDP'ê jî diyar kir ku li vir jî nêzîkatiya li hemberî jinan nêzîkatiyekî ne mirovî ye û wiha axivî: "Li Stenbolê di çalakiyekî de  polîsekî 20 salî parlamenteriya Huda Kaya nedîtî ve tê û çawa nêzîk bû me dît.  Em vî bêreziyê şermezar dikin. Em ê niha û pêve derî bi derî bigerin û vî zilmê vebêjin. Em ê rêxistinbûna xurt bikin û li taxan belav bibin."

Hevserokê HDP'ê yê Êlihê Îkram Îrgî jî anî ziman ku bi tayînkirina qeyûmê li Êlihê ve AKP'ê nîşan da ku çiqas bêhêz û neçar e û wiha got: "Li Êihê ti caran qeyûm nehat qebûlkirin, wê neyê qebûlkirin jî. Me bi vê berxwedanê ve nîşan da li dijî neheqiyê ne. Qeyûm niha bixebite jî ew şaredarî ya gel e. Em ê di hilbijartinê de dîsa şaredariyê bigirin. Ev polîtîkayên Qesrê ne. Piştî ku qeyûm hat tayînkirin jî hêrsa gel zêdetir bû. Îradeya gel hat xespkirin. Ti pratîka qeyûm jî nebû. Qeyûm bi dehan parazvanan ve digere. Yekî ji Îzmîrê nikare Êlihê bi rêve bibe. Gel vê qebûl nake."

'DÎSA JI BO WAN DENG NÎNE'

Îrgî destnîşan kir ku mafê gel ê hilbijartin û bijartinê ji destên wan hatiye girtin û ew ê girtina hevserok û wekîlan qebûl nekin. Îrgî wiha axivî: "Em ê bibînin wê çi be. Ne îro be jî wê sibehê ev zilm bi dawî bibe. Ev faşîzm wê heta kengî bidome. Gel wê ji Qesrê re paşve gav bide avêtin. Ev 10 roj in em mal bi mal xebatan dimeşînin. Dema ku em geşedanan ji gel re dibêjin ew hêrs divê bê dîtin.  Gel pir bi hêrs e. Ji me re dibêjin ew zêran jî li ber deriyên malên me belav bikin em ê dîsa jî  deng nedin wan. Dibêjin em ê xwedî li îradeya xwe derkevin û nûnerên xwe bîşinin. Gel bi coşekî mezin me pêşwazî dike. Em ê berxwedana xwe bidomînin.  Em ê serê xwe netewînin û heta dawî biçin.   Êm ê Êlihê ji wan re teng bikin û wê mecbûr bimînin paş ve gav bavêjin. Divê gelê me bêhtir xwedî li îradeya xwe derkeve.  Em  bang li gelê xwe dikin bên avahiya partiyê û em bi hevre pêvajoyê nîqaş bikin."